Mîhrîcana Fîlman berxwedana Efrînê rave dike

Di Mîhrîcana Fîlman Kobanê de, rêze fîlm ku berxwedana Efrînê rave dike hatin pêşandan.

Mîhrîcana Fîlman berxwedana Efrînê rave dike
18 mijdar, 2018   20:38

KOBANÊ

Çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî ku li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê tê organîzekirin di roja 6‘an de didome. Îro hejmarek kutefîlm û fîlmên kertomî hatin pêşandan.

Çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî 13‘ê Mijdarê bi boneya salvegara 58'an a Komkujiya Amûdê tê lidarxistin, ku di komkujiyê de 283 zarok ku li Sînemaya Şehrazad ya li Amûdê bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Fîlmên ku îro hatin pêşandan: "Retourch, Birth  of a wolf, Plac, Goldfish" her wiha fîlmên kertonî û belgefîlm hatin pêşkêşkirin.

Ji fîlmên ku îro hatin pêşandan qala berxwedana gel û şervanan li kantona Efrînê li dijî dgirkeriya Tirkiyê dikin.

Fîlmê "Afrînerên Hêviyê" ji aliyê Mihyedîn Arselan ve hatiye derhênerkirin. Fîlm behsa komeke şano dike ku ji ber êrîşên Tirkiyê neçar ma ji Efrînê derkeve, lê hewl dide bi çalakiyên xwe ken li ser rûyê zarokan çêbike.

Fîlmê duyamîn bi navê "Zeytûna Sor a Dawî" ye. Derhênerê vî fîlmî Mihemed Çeqaqî ye. Fîlmê Zeytûna Sor a Dawî balê dikşîne ser girêdane gelê Efrînê bi ax û çanda xwe ve. Her wiha piştgiriya wan a bi YPG û YPJ‘ê re.

Ji fîmên ku hatin pêşandan "Aras" e. Ev fîlm ji berhemên Ajansa "Rûmaf e" ku ji aliyê Mesûd Kerad ve hatiye derhênerkirin. Fîlm balê dikşîne ser rewşa mirovî ya giran li Efrînê û sûcên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî gelê Efrînê.

Fîmê "Çavên Rêwî" derhênerê wê Mesûd Kerad e, ev fîlm qala rewşa gelê Efrînê ji kêliyên pêşî yên êrîşan ta derketina ji Efrînê dike.

Tê payîn ku mîhrecanê sibe duşemê bi dawî bibe.

ANHA