Rewşa perwerdeyê li Tebqayê bû mijara panelê

Komîteya Amadekar a Yekîtiya Rewşenbîran a Tebqayê bi hevkariya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê panelek bi navê 'Perwerde û fêrikirin ber bi ku ve diçe' organîze kirin.

Rewşa perwerdeyê li Tebqayê bû mijara panelê
Rewşa perwerdeyê li Tebqayê bû mijara panelê
Rewşa perwerdeyê li Tebqayê bû mijara panelê
Rewşa perwerdeyê li Tebqayê bû mijara panelê
Rewşa perwerdeyê li Tebqayê bû mijara panelê
18 mijdar, 2018   13:48

TEBQA

Hejmarek ji rewşenbîr û xebatkarên perwerde û fêrkirinê yên Tebqayê beşdarî panelê bûn. 

Panel bi deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdan destpê kir. Paşê endamê Yekîtiya Mamosteyan Hesen El-Hac axivî û behsa avakirina Yekîtiya Mamosteyan ku hejmara mamosteyan hezar û 900 derbas kiriye kir. Her wiha destnîşan kir ku yekîtiyê hewl da xizmet û hêviyên mamosteyan peyda bike û hîna jî hewldanên xwe di vî warî de didomîn. Hesen anî ziman ku yekîtiyê di warê tenduristiyê de bi mamosteyan re bûya alîkar û lêçûnên wê didin.

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Buroya Birêxistinkirina Jinan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Tehenî El-Selal destnîşan kir ku buroyê alîkariya jinan di warê perwerdeyê de bi rêya teşwîqkirina wê da ku cihê xwe ya rastin di civakê de bigire.

Her wiha hevserokê Rêveberiya Dibistanan ê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê yê Tebqayê Ehmed El-Ebo bal kişand ser gavên mezin ên ku komîteyê di her du astên lojistîk û rêxistinî avêtiye kir. Her wiha diyar kir ku heta niha komîteyê zêdetirî 210 dibistan amade kiriye û derdora 65 hezar xwendekar lê perwerdeyên xwe bi çavdêriya 2 hezar mamoste dibînin.

Di dawiyê de El-Ebo teqez kir ku xebatên ji bo pêşxistina qada perwerdehiyê bi rêya amadekirina kadroyek pispor û restorekirina dibistanên ku zirar dîtine berdewam in.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di hefteya borî de û piştî 7 salan cara yekê ye ku pirtûk li xwendekarên Tebqayê û gundewarê wê di çarçoveya pilansaziya komîteyê de hatin belavkirin.

(şx)

ANHA