Meclîsa Rêveber geşkirina aborî bi komîteyên pispor re gotûbêj kir

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê bi desteyên aborî û çandinî û komîteyên aborî û çandinî yên heft rêveberiyan re civiya û rêbazên geşkirina aborî gotûbêj kirin.

Meclîsa Rêveber geşkirina aborî bi komîteyên pispor re gotûbêj kir
18 mijdar, 2018   13:39

GIRÊ SPÎ

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê rêzecivînên xwe bi komîteyên pispor re didomîne û rêbazên kordîne û hevkariyê bi wan re gotûbêj dike.

Di civîna ku li navenda desteyan a Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê ya li Eyn Îsa hatiye lidarxistin de, hevserokên Meclîsê Ebid Hamid El-Muhbaş û Bêrîvan Xalid û hevserokên Desteya Aborî û Çandiniyê û komîteyên girêdayî wê beşdar bûn.

Beşdaran rewşa aborî û çandinî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin û behsa pirsgirêk û astengiyan kirin. hevserokên Meclîsê ji komîteyan xwestin ku rewşa aborî û çandinî pêş bixînin. Di civînê de biryar hate girtin ku komîteyeke hevbeş ji van komîteyan were avakirin da ku rêziknameya Desteya Aborî û Çandinî amade bike.

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê civînên xwe ji bo pêşxistina rewşa welatiyên herêmê didomîne.

ANHA