Ji sedî 70 toreyên kehrebeyê hatine sererastkirin

Komîteya Enerjiyê ya naçeya Şedadê ji sedî 70 ji toreyên kehrebeyê li navçeyê sererast kir.

Ji sedî 70 toreyên kehrebeyê hatine sererastkirin
Ji sedî 70 toreyên kehrebeyê hatine sererastkirin
Ji sedî 70 toreyên kehrebeyê hatine sererastkirin
Ji sedî 70 toreyên kehrebeyê hatine sererastkirin
18 mijdar, 2018   12:14

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê û gurupên çekdar ve rastî gelek zilm û zor hat. Her wiha binesaziya herêmê jî hate rûxandin.

Herêm 11`ê Şibata 2016`an ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin. Piştî ku rêveberiya Xwesr gelek saziyên xizmetguzariyê li navçeyê vekir jiyan hêdî hêdî li herêmê vegeriya.

Herî zêde binsaziya navçeyê hate rûxandin. Ji ber şerê li navçeyê û kiryarên çeteyên DAIŞ`ê  ji sedî 90 ji toreyên  kehrebyê zerar dîtibûn.

Şêniyên herêmê bi hevkariya Meclisa Navçeyê ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo sererastkirina toreyên kehrebeyê li navçeyê gelek kar dane meşandin. Ji van xebatan danîna cenetorên kehrebê  li navçeyê bû.

Tevî saetên kehrebyê yên kêm ji ber ku av di bendavan de kême, lê komîteya Enerjiyê dest bi sererastkirina toreyên xirabûyî kirin da ku kehrebeyê bighînin şêniyan.

Di demeke kurt de komîteya Enerjiyê ya Şedadê ji sedî 70 ji toreyên kehrebyên ên xirabûyî, sererast kir.

Hevseroka Komîteya Enerjiyê ya navçeya Şedadê Esîr Ehmed destnîşan kir ku wan dest bi sererastkirina toreyên kehrebeyê kirin û ji sedî 70 ji wan sererast kirine. Her wiha diyar kir ku zêdeyî ji sedî 90 toreyan zerar dîtine.

Esîr bibîr xist kir ku derfetên wan kêm in û bang li desteya Enerjiyê ya kantona Hesekê kir ku alîkariya wan bikin, kabloyan û cenetoran ji wan peyda bikin da ku hemû navçeyê û gundewarên wê bi kehrebe bikin.

(bx)

ANHA