ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18 .11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18 .11.2018
18 mijdar, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

- Kongreya krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve li Rojhilata Navîn”  di roja duyemîn de li paytexta Lubnan Beyrûtê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li dijî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker meşekê li navçeya Eyn Îsayê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Desteya Aborî û Çandinî û komîteyên rêveberiyên sivîl û xweser re dicive. Civîn li avahiya Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsa li dar dikeve, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo bêdengiya civaka navdewletî ya ji binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî gelê Bakurê û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kirin ku bêdengî siyasetên Tirk ên li djiî kurdan rewa dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Ebdulezîz El-Cerba destnîşan kir ku ew bi germahî li Bakurê Sûriyê hatin pêşwazîkirin û diyar kir ku pêwîste têkiliyên xurt di navbera eşîre û rêveberiya herêmê û QSD‘ê de bêne avakirin. El-Cerba anî ziman ku ew amade ne bersiva êrîşên li dijî herêmê bidin.

JIN

-Çalakiyên jinan ên bi wesîleya 25‘ê Mijdarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gel xemsariya rêxistinên mirovî jina bi navê Delal El-Xalid di paqijkirina kampê de dixebite da ku dermanê dayika xwe ya nexweş peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Hêzên Sûriyeya Demokratîk di destpêka hefteyê de "Şerê Tinekirina Terorê" dîsa dest pê kir, li herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de alozî û tevlihevî tê jiyankirin, li Xezayê jî di navber Îsraîl û çekdarên Fililistînê ji nû ve dest pê kir, di navbera Îraq û Îmarat de mûzakere hatin kirin. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Pêşangeha pirtûkan a gerok li navneda Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê tê vekirin û dê 3 rojan berdewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî di roja 6‘an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-13 hezar û 610 xwendekarên Efrîn û Şehbayê xwendina xwe di mal û dibistanên ku hatibûn rûxandin de û bi awayekî demkî hatine sererastkirin, berdewam dikin. Bi vê yekê nameya girêdana xwe bi xwendina xwe ve diyar dikin û li hember helandina çandî ya ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve li ser gelê Efrînê tê kirin, disekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî rizgarkirina herêma El-Keramê ji aliyê QSD'ê ve û avakirina saziyên sivîl. Ji bo  parastina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin û peydakirina parastinê ji gel re pêwîstî bi avakirina Hêzên Parastina Civakî hate dîtin.

-Ji 30 salan ve di pîşeya çêkirina şêranî "Şabiyeta" de dixebite. Apê Xêro kesê yekem ê navçeyê ye ku vê karî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA