Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî ev bûn

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di destpêka hefteyê de "Şerê Tinekirina Terorê" dîsa dest pê kir, li herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de alozî û tevlihevî tê jiyankirin, li Xezayê jî di navber Îsraîl û çekdarên Fililistînê ji nû ve dest pê kir, di navbera Îraq û Îmarat de mûzakere hatin kirin.

Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî ev bûn
18 mijdar, 2018   05:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê hefteyê hatine çapkirin behsa gelek mijarên girêdayî Pêngava Bagera Cizîrê ku ji nû ve destpê kir, şer û aloziya Sûriyê kirin. Rojnameyan her wiha bal kişandin ser rewşa Filistîn, Iraq, Yemen û mijara kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqçî û bikaranîna Tirkiyê ji vê mijarê re.

Şerq El-Ewsat: Piştî navbênkariya Koalîsyonê bi Tiriyê re.. amadekariya çalakiyeke bejahî li dijî DAIŞ'ê tê kirin

Girêdayî mijarên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa jinûve destpêkirina qonaxa dawî ya Bagera Cizîr ya bi navê "şerê tinekirina terorê" kir û wiha got: "Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku çalakiyên xwe yên leşkerî li dijî rêxistina DAIŞ'ê li rojhilatê çemê Firatê piştî ku 10 rojan ji ber êrîşên artêşa Tirk li dijî herêmên Bakurê Sûriyê hatibû rawestandin ji nû ve dest pê kir." Rojnameyê behsa amadekariyên çalakiyê kir û got ku alîkariyeke leşkerî ji herêmê re hatiye şandin da ku çalakiyeke bejahî were destpêkirin.

El-Ereb: Li herêmên Sûriyê yên di bin kontrola Tirkiyê de ne tevlihevî serwer e

Der barê mijar û aloziya Sûriyê de rojnameya El-Ereb behsa rewşa herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne kir û diyar kir ku li van herêman tevlihevî serwer e û êdî welatiyên van herêman ji vê rewşê gelekî tengezar bûne.

Tirkiye hewl dide dagirkeriya xwe li Bakurê Sûriyê weke fektorekî aramiyê bide diyarkirin, lê rewşa li ser erdê berûvajî vê yekê ye û tevlihevî li van herêman zêde bûye û tabûrên çekdar li van herêman di nava şerê desthilatdarî û serweriyê de ne.El-Ereb: Hevdîtina di navbera rayedarên Sûriyê û Tirkiyê de li Îranê û îdîayên Erdogan bê bingeh dike

Rojnameya El-Ereb behsa têkliyên di navbera herdu rêjîmên Tirkiye û Rûsya de kir û ragihand ku serokê Partiya Welat (Yurt Partisi) ku alîgirtiya hikûmetê dike, şandeyên ji Tirkiye û Sûriyê li Îranê li hev dicivin. Ev yek jî îtîayên serokê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan derew derdixîne ku dibêje ti têkliya wî bi rêjîma Beşar El-Esed re tune ye û serokatiya El-Esed ne rewa dibîne.

Şerq El-Ewsat: Mosko rexneya rola Amerîka di Sûriyê de dike

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî behsa rexneyên Mosko ji Waşintonê re kir û got ku Mosko helwesta xwe li dijî tevgerên leşkerî yên Amerîka di Sûriyê de hişk dike. Wezaretên Parastin û Derve yên Rûsya êrîşeke dijwar li dijî Waşitonê pêk anî û tewan bar kirin ku çalakiyên komên çekdar di kampa Rukban de vedişêre. Mosko got ku Amerîka tundiyê li welatiyên sivîl dike. Di heman demê de serbazên Amerîkî Rûsya tewanbar kirin ku çekên qedexekirî li dijî bajarê Dêrazorê bikar anîne.

Şerq El-Ewsat: Li devera bê-çek a Idlibê dîsa şer derket

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa şerê di navbera hêzên rêjîmê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê de li Idlibê kir û diyar kir li eniyên şer ên parêzgeha Idlib û Hemayê şer dijwar bûye.

Rojnameyê ragihand ku fermandarekî leşkerî yê Eniya Niştimanî ya Rizgariyê ya opozîsyonê ji ajanseke nûçeyan a Almaniyayê re diyar kiriye ku hêzên rêjîma Sûriyê bi çekên giran gelek deverên gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin û tabûrên opozîsyonê jî bersiva topbarana rêjîmê daye. Niha jî li deverên gundewarê başûrê Idlibê şer di navbera herdu aliyan de berdewam e.

Iraq

Girêdayî çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Iraqê rojnameya El-Ereb behsa astengiyên li pêşiya avakirina hikûmetê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Adil Ebid El-Muhdî ji ber nerazîbûna xwe ji bazara firotina wezaratan gefa xweistîfakirinê dixwe".

Rojnameya El-Heyat jî behsa heman mijarê kir û got ku çavkaniyekî parlemanê diyar kirk u desteya serokatiyê dê komîteyekê ava bike da ku lêpirsîn û lêkolîna têkbirina bilyonan dînarên Iraqê ji ber barîna baranê bike û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Lehiyên baranê bi bilyonan dinar binavkirin"

Rojnameya El-Ereb behsa serdana serokê Iraqê Berhem Salih a Kiwêtê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Serokê Iraqê hilgirtina barê encamên cezayên li ser Îranê qebûl nake".

Lîbiya

Der barê nakokiyên di navbera aliyên Lîbiya de rojnameya El-Heyat behsa xebatên çareserkirina aloziya Lîbiyayê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Konferansa Palermo der barê Lîbiya de nakokiyên giran di navbera aliyên dijber de eşkere kir."

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê û şerê di navbera Îsraîliyan û Filistîniyan de li herêma Xezayê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa şerê di navbera artêşa Îsraîlê û xwepêşandêrên filistîn kir û manêteke xwe wiha bi nav kir: "Hemas bi çavdêriya xwe nikaribû rê li pêşiya şerê li Xezayê bigire."

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat behsa rewşa leşkerî li bajarê El-Hudeyda kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Li rojhilatê El-Hudeyda şerê kolanan dijwar dibe".

Tirkiye

Girêdayî mijara kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqçî rojnameya El-Ereb diyar kir ku Tirkiye hewl dide mijara kuştina Xaşiqçî ji xwe re bikar bîne û destkeftiyên siyasî bi dest xwe ve bîne û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Helwestên Navnetewî riya istismarkirina doza Xaşiqçî li pêşiya Tirkiyê girt".

Îran

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa mijarên Îran û aloziya herêma Ehwaz kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Raporên hiqûqî diyar dikin ku 22 Ehwaziyên Îran hatine bidarvekirin".