Li El-Sexrat QSD`ê êrîşeke terorîst bê bandor kir

QSD`ê êrîşeke terorîst ku kesên nenas dixwest mayinekê li nêzî aşê El-Sexrat li ser rêya Reqa-Girê Spî deynin, bê bandor kir.

Li El-Sexrat QSD`ê êrîşeke terorîst bê bandor kir
14 mijdar, 2018   12:47

GIRÊ SPÎ

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro 4 mayinên ji bo teqemeniyê li nêzî aşê El-Sexrat ê başûrê bajarê Girê Spî li ser rêya Reqa - Girê Spî dîtin û bê bandor kirin.

Erebeyeke nenas torên gemarê li nêzî aş danîn, ev erebe nêzî nîv seatekê ma û çû. Vê yekê jî hişt ku sivîlên li herêmê bikevin gumanê û xeber dan QSD`ê.

Dema ku QSD`ê dest bi lêgerînê kir, dît ku 4 mayin ji bo teqandinê hatibûn amadekirin. QSD`ê mayin vekirin û bê bandor kirin.

Heta niha nasnameyên kesên ku mayin danîn, nehatine zanîn.

(jo)