Wezîrê parastinê yê Îsraîlê îstifaya xwe ragihand

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman bi rêya daxuyaniyekê ji hikumetê îstifa kir û biryara agirbestê wek “xwe radestî terorê kirin” bi nav kir.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê îstifaya xwe ragihand
14 mijdar, 2018   12:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî agirbesta bi Xezayê re, wezîrê parastinê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman bi rêya daxuyaniyekê ji hikumetê istîfa kir.

Wezîrê Îsraîlê bi awayekî zindî ragihandibû ku agirbesta li Xezayê wekî xwe radestî terorê bikin, pênase kiribû. Her wiha Lieberman di daxuyaniya xwe de xwest hilbijartin di zûtirîn demê de pêk werin.

Duh komên çekdar ên Filistînê û Îsraîlê, piştî şerê du rojan agirbest ragihandibû.