Meclisa Leşkerî ya Babê komeke şêniyan ji çeteyan rizgar kir

Meclisa Leşkerî ya Babê banga komeke şêniyan bersivand ku dema zeytûnên xwe li gundên El-Kawkilî û Şêx Nasir ên girêdayî bajarokê El-Erîma yê rojavayê Babê berhev dikirin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin revandin. Meclisê şênî rizgar kirin û ew li gundên El-Kawkilî vegerandin.

Meclisa Leşkerî ya Babê komeke şêniyan ji çeteyan rizgar kir
Meclisa Leşkerî ya Babê komeke şêniyan ji çeteyan rizgar kir
Meclisa Leşkerî ya Babê komeke şêniyan ji çeteyan rizgar kir
Meclisa Leşkerî ya Babê komeke şêniyan ji çeteyan rizgar kir
Meclisa Leşkerî ya Babê komeke şêniyan ji çeteyan rizgar kir
Meclisa Leşkerî ya Babê komeke şêniyan ji çeteyan rizgar kir
Meclisa Leşkerî ya Babê komeke şêniyan ji çeteyan rizgar kir
14 mijdar, 2018   10:27

ŞERÎF EL-ABO / MINBIC

Gundewarên li ser xeta di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê ya derdora bajarokê El-Erîma yê girêdayî bajarê Babê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de, ji aliyê çeteyên ve rastî kiryarên hovane tên. Duh komeke çeteyan êrîşî şêniyên ku berên zeytûnên xwe berhev dikirin, kir û hewl da wan birevînin û zeytûn û erebeyan wan jî bidizin.

Ji ber xwezaya herêmê ku nuqteyên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Babê li wê derê hene û li wê herêmê darên zeytûnan zêde ne, diviya ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbasbûna şêniyan ji wan herêman re hêsan bikira da ku berhemên zeytûnên xwe berhev bikin. Lê çete vê yekê ji xwe re zemîn dibînin û êrîşî sivîlan dikin û malên wan talan dikin.

Di dema berhevkirina zeytûnan de êrîş zêde bûn

Fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cûma tekez kir ku êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker di dema berhevkirina zeytûnan de zêde bûne.

Ebû Cûma got wan derfet dan şêniyan ji bo derbasî nava zeviyan bibin da ku zeytûnan berhev bikin lê çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî sivîl û leşkeran kirin.

Ebû Cûma destnîşan kir ku di encama êrîşên dagirkeran de sivîlên ku zeytûnên xwe berhev dikirin, bi guleyên dagirkeran birîndar bûn. Ebû Cûma li ser bûyera ku duh qewimî, axivî û diyar kir ku bi dehan jinên ku di nava zeviyan de zeytûn berhev dikirin, ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, hewl dan ku erebeyên wan jî bidizin, her wiha zeytûnên ku berhev kiribûn bidizin.

Hewl dan jinan birevînin

Ebû Cûma di berdewamê de got jin zeytûnan berhev dikin, ji ber derfet dan wan ku derbasî nava zeviyên gundê El-Kawkilî yê girêdayî bajarokê El-Erîma bibin, lê piştî du saetan agahî ji wan re hat ku çeteyan ew dorpêç kirine û derfet nadin wan ku derkevin, hewl didin wan bibin aliyên din da ku wan birevînin. Ebû Cûma destnîşan kir ku wan wek Meclisa Leşkerî ya Babê, banga wan bi cih anî û çete neçar kirin ku paşde vekişin.

Ebû Cûma destnîşan kir ku çete bi êrîşên xwe hewl didin aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin.

Şêniyê bi navê Basil El-Sea yê ji gundê El-Kawkilî got duh zêdetirî 30 jin dema ku zeytûn berhev dikirin, ji aliyê çeteyan ve du saetan hatin girtin, dest danîn ser erebeyên wan, ciwanekî ku li gel jinan zeytûn berhev dikir vegeriya, xwe spart Meclisa Leşkerî ya Minbicê û alîkarî ji wan xwest. Meclisê jî banga wan pêk anî, alîkarî da wan û hemû jin û erebeyên wan jî vegerandin.

Gotinên xirab li jinan kirin

Yek ji jinên xebatkar ku li herêmê bû, navê xwe diyar nekir û got çeteyan axaftinên xirab ji jinan re kirin û tekez kir ku çeteyan hewl da erebeya wan bidizin lê ji ber ku bi wan re neşixulî, yek ji çeteyan birîndar bû û ji ber wê neçar man ku paşde vekişin.   

Şervanekî Meclisa Leşkerî ya Babê Abdulsetar El-Casim ku tev li çalakiya rizgarkirina şêniyan bûbû, destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker dema ku şêniyan zeytûnên xwe li gunê El-Kawkilî û gundê Şêx Nasir ku di bin dagirkeriya çeteyan de ne, berhev dikirin, ciwanekî ku bi jinan re bû, xwe spart şervanên meclisê û ji wan re tişta ku li wê derê qewimî got.

El-Casim di axaftina xwe de got çeteyan hewl da ku erebeya li gel jinan ku berhemên zeytûnên xwe lê bar kiribûn bidizin, hemû jin li cihekî kom kiribûn. Wan jî gule ber bi çeteyan ve reşandin, di encama wê de yek ji çeteyan birîndar bû, ji ber wê neçar man ku paşde vekişin û jin rizgar kirin û ew li gundê El-Kawkilî vegerandin.

Abdulsetar Ebû Casim soz da ku dê aramî û ewlehiyê li herêmê peyda bikin û hemû xaka xwe ji dagirkeran rizgar bikin da ku şênî li malên xwe vegerin.

(bx)

ANHA