Li Reqayê cara yekemîne ku çalakiyên 25`ê Mijdarê têne lidarxisitn

Yekemîn care piştî rizgarkirina herêma  Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, çalakiyên Roja 25`ê Mijdarê têne lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, Rêveberiya Jin a Reqayê îro semînerek li bejahiya rojhilat a Reqayê organîze kir.

Li Reqayê cara yekemîne ku çalakiyên 25`ê Mijdarê têne lidarxisitn
Li Reqayê cara yekemîne ku çalakiyên 25`ê Mijdarê têne lidarxisitn
13 mijdar, 2018   14:40

REQA

Bi dûrişmeya”Ji kolekirina jinê re na, azadiya me rûmeta me ye”beriya niha bi demekê Rêveberiya Jin a Reqayê dest bi çalakiyên Roja Têkoşîna Şideta Li Dijî Jinê kiribû. Hêjayî gotinê ye ku piştî rizgarkirina Reqayê ev cara yekemîne ku çalakiyên Roja 25`ê Mijdarê têne lidarxistin.

Di vê çaroveyê de, Rêveberiya Jinê ya Reqayê li herêma Reqa Semra ya rojhilatê bajarê Reqayê semînerek lidar xist. Bi sedan jinên herêmê tevlê semîner bûn.

Di semînerê de, ji rêveberên Rêveberiya Jinê Meryem El-Ebo û Xewla El-Îsa wateya Roja 25`ê Mijdarê şirove kirin. Her wiha her du rêveberan bal kişand ser rengên şidetê û bandora wê li ser jinê.

Xewla El-Îsa destnîşan kir ku şideta li dijî jinê qedexe ye û wekî sûcekî tê hesbandin û pêwîste jinên ku şidet dîtine werin parastin û werin dermankirin.

Meryem El-Ebo jî anî ziman ku jin rastî şidetê tê, lê li Bakurê Sûriyê û taybet Reqayê rewş cûda bû û wiha dewam kir:"Li Reqayê ji ber dagirkirina wê ji aliyê çeteyan ve, çeteyên DAIŞ`ê jin wekî alavekê bikar anîn. Ev jî cûreyê êşkencê yê herî xeter e.”

Paşê, deriyê nîqaşê li pêşiya jinan hate vekirin. Jinan behsa rewşa xwe ya  berê kirin û gotin ku ew ji aliyê zihniyeta baviksalarî ve hatibû kolekirin û ji tevlêbûna kar hatibû mehrûmkirin. Her wiha jinan anîn ziman ku piştî rizgakirina herêma Reqayê jinan azadiya xwe bidest xistin.

(kc)

ANHA