Li Cereblusê hêrsa gel!

Li bajarê Cerablusê xwepêşandek li dijî kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatine dagirkirin, hate lidarxistin.

Li Cereblusê hêrsa gel!
13 mijdar, 2018   12:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan kes beşdarî xwepêşandanê bûn û di nava kolanên sereke yên bajêr re derbas bûn.

Piştî ku duh teqîneke mezin rû da û di encamê de 9 zarokên ku ji dibistana xwe vedigeriyan malê, jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn, ev xwepêşandan pêk hat.

Ji ber kiryarên çeteyên Tirkiyeyê tevlihevî û bêewlehî li herêmên di bin kontrola wan zêde dibin, her wiha şer û kuştin di navbera çeteyan de pêk tên.

(jo) 

ANHA