Elewiyên Efrînê: Bêdengiya navdewletî destekê dide Tirkiyeyê

Elewiyên Efrînê diyar kir ku armanca Tirkiyeyê ew e ku elewiyan bi temamî tune bike. Her wiha destnîşan kir ku goristan û cihên pîroz ên elewiyan xira dikin, ev yek tê wateya kîna wan li dijî gelê Efrînê.

Elewiyên Efrînê: Bêdengiya navdewletî destekê dide Tirkiyeyê
13 mijdar, 2018   09:51

BASIL REŞÎD / QAMIŞLO

Di çarçoveya kiryar û qirkirina çandî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li dijî gelê Efrînê ku hemû şûnwaran xira dike û ji 18`ê Adara derbasbûyî ve hewl dide qirkirina çandî li Efrînê pêk bîne.

Piştî ku bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin, dagirkeran dest bi binpêkirina hemû pîrozgehên gelê Efrînê kir. Goristana Şehîd Avesta li bajarê Efrînê, Goristana Şehîd Seydo li herêma Cindirêsê û Goristana Şehîd Refîq li navçeya Şera rûxandin. Her wiha cihên şûnwarî mîna Keleha Nebî Hûrî, cihê Berad ê şûnwarî li navçeya Şêrawa jî kolandin û şûnwarên li wê derê hemû dizîn.

Herî dawî çeteyan cihên pîroz ê pêkanîna rê û resmên elewiyan li navçeya Mabata ya kantona Efrînê di 11`ê Mijdarê de xira kirin û şûnwarên li wê derê dizîn.

Tirkiye bi hemû şêwazan hewl dide nasnameya kurdî qir bike

Elewiyên bajarê Qamişlo ji ber kiryar û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker li dijî elewiyên navçeya Mabata ya kantona Efrînê bi hêrs in û bang li aliyên pêwendîdar û rêxistinên cîhanî kir ku sînor ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker re li dijî pîrozgehên Efrînê deynin.

Renda Mistefa ya ji navçeya Mabata ya kantona Efrînê, diyar kir ku armanca artêşa Tirk a dagirker bi hemû şêwazan nasnameya kurdî qir bike û ji bo vê yekê xwezaya Efrînê û cihên wê yên pîroz û şûnwarî xira dike. Renda diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker dixwaze gelê Efrînê parçe bike û demografyaya kantonê biguhere, gelê Efrînê neçarî koçberiyê kirin, kuştin, revandin û talankirinê didome. Renda got artêşa Tirk a dagirker herî dawî zimanê kantonê guhert, navê dibistan û saziyên sivîl bi armanca qirkirina çandî ya niştecihên herêmê û ferzkirina çanda wan, diguhere.

Renda der barê rûxandina cihê pîroz ê bi navê Av Gîrê yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê de ku bi hezaran elewiyên Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê berê xwe didan wê derê da ku rê û resmên xwe yên olî pêk bînin, destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker ne tenê ew cihê pîroz xira kir, lê belê gelek cihên pîroz mîna wî rûxandin.

Renda diyar kir ku armanca artêşa Tirk a dagirker ji xirakirina cihên pîroz û cihên pêkanîna rê û resmên olî ew e ku hemû ol û mezheban li Efrînê tune bikin û ne ji bo lêkolîna li ser zêr û şûnwaran e û got ev yek jî kîna wan li dijî şaristaniyan û bêrêziya ji ol û çandan re diyar dike.

Renda bang li hemû aliyên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan kir ku hovîtî û kiryarên artêşa Tirk a dagirker li dijî gelê Efrînê di ber çavan re derbas bikin û ev tişt anî ziman: "Divê hikumeta Tirk radestî dozgeriyên navdewletî were kirin û divê zext li raya giştî were kirin da ku dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê bi dawî bibe."

Her wiha Rohan Mistefa ya ji navçeya Mabata ya Efrînê û bi eslê xwe elewî ye, diyar kir ku hovîtiya artêşa Tirk a dagirker roj bi roj li dijî gelê Efrînê û pîrozgehên wê zêde dibe, li beramberî vê yekê jî civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan bê deng in. Rohan destnîşan kir ku bêdengiya cîhanê xizmeta dagirkeran dike da ku nasnameya kurdî tune bikin.

Tirkiye hewl dide hebûna elewiyan li Efrînê bi temamî tune bike

Rohan got armanca artêşa Tirk a dagiker ji xirakirina cihên pîroz ên girêdayî elewiyên Efrînê ew e ku bi temamî hebûna elewiyan li Efrînê tune bikin û tevliheviyê di navabera Kurd, elewî û suniyan de çêke. Rohan di axaftina xwe de tekez kir ku Tirkiye dibêje ew sunnî ye û hemû çeteyên wê yên li Efrînê sunnî ne. Cihên pîroz ên elewiyan xira dike da ku tevliheviyê di navbera sunnî û elewiyan de çêke û ji aliyekî din ve jî Tirkiye hewl dide biratiya gelan û jiyana hevbeş a di bin banê Rêveberiya Xweser a Demokratîk de di navbera hemû pêkhateyan de tevlihev bike.

Rohan Mistefa di dawiyê de diyar kir ku bêdengiya civaka navdewletî û mafên mirovan destekê dide Tirkiyeyê ku kiryar û hovîtiya xwe ya qirkirinê li dijî gelê Efrînê bidomîne, cihên pîroz ên elewiyan li Efrînê xira bike û bang li wan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.

(bx) 

ANHA