Tirkiye… Kanî pereyên Ewropayê ji bo koçberan dane?

Ajansa Nûçeyan a Fransayê diyar kir ku fînanseya Yekitiya Ewropayê gelekî alîkariya koçberên li Tirkiyeyê kiriye, lê nerazîbûna Enqereyê ya eşkerekirina navên koçberan gumanan çêdike, ka gelo ev pere digihîjin hewcedaran an na.

Tirkiye… Kanî pereyên Ewropayê ji bo koçberan dane?
13 mijdar, 2018   09:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fransayê, Dadgeha Venêranê ya Ewropayê (ECA) di raporekê de bal kişande ser 1.1 milyar euro ya projeyên Yekitiya Ewropayê ya alîkariya bi milyonan koçberên Sûriyeyê û koçberên din li Tirkiyeyê ku li gorî hevpeymana sala 2016'an rawestandina pêla koçberiyê ber bi Ewropayê ve armanc dike.

Ajansê li ser navê endameke ECA’yê Bitina Jakobsen wiha gotiye: "Em dizanin ku pereyên me ji koçberan re diçin, lê em nizanin ka ev pere bi giştî ji wan re diçin an na."

Dadgehê diyar kir ku ew nikarin qeydên koçberan bişopînin, ji ber ku Tirkiye naxwaze nasnameya van koçberan ji wan re diyar bike û xwe bi qanûna parastina agahiyan diparêze.

Tê payîn ku 3 milyar euro wek alîkarî ji Yekitiya Ewropayê ji Tirkiyeyê re di van demên pêş de bê şandin.

Gelek çavdêr diyar dikin ku Tirkiye van pereyan di xizmeta koçberan de bi kar nayne, lê belê alîkariya komên çete û terorîst ên li Sûriyeyê dike û mûçeyên çeteyan jê dide.

Tirkiye her tim gefan li Ewropayê dixwe ku dê deriyê koçberiya ber bi Ewropayê ve careke din veke, eger li hemberî siyasetên wê bê deng nemînin.