QSD'ê gengeşeya 2 eşîrên Tebqayê çareser kir

Buroya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk li bajarokê El-Mensûra yê başûrê rojhilatê Tebqayê, civîneke lihevanînê di navbera eşîrên El-Bocabir û El-Icêl de li dar xist.

QSD'ê gengeşeya 2 eşîrên Tebqayê çareser kir
QSD'ê gengeşeya 2 eşîrên Tebqayê çareser kir
13 mijdar, 2018   09:11

TEBQA

Nakokiya di navbera eşîra El-Bocabir û eşîra El-Icêl de, ji ber ku hin endamên eşîra El-Bocabir nexwest deynekî aliyê din bide, derket û di encamê de nakokî mezin bû û her du eşîr bi hev ketin.

Bi armanca çareserkirina pirsgirêkê, Buroya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tavilê destwerdana xwe kir, beriya ku mijar aloz dibe. Di vê çarçoveyê de Buroya Têkiliyan a QSD'ê li bajarokê El-Mensûra civîneke lihevanînê li dar xist. Di civînê de şêx û rûspiyên eşîrên herêmê beşdar bûn.

Berpirsyarekî Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD'ê Zinar Kobanî di civînê de diyar kir ku herêm rastî hewldanên destdirêjiyê ji aliyê hêzên herêmî ve tê û derxistina tevliheviyan di navbera pêkhate û eşîrên Sûriyeyê de armanc dikin.

Zinar Kobanî bang li welatiyan kir ku li hemberî van hewldanan hişyar bin û nakokî û gengeşeyên xwe bi rêbazên aştiyane çareser bikin.

Di dawiya civînê de eşîra El-Bocabir deynê eşîra El-Icêl da û dawî li gengeşeyê hat.

Buroya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk ji destpêka rizgarkirina herêmê ve gelek gengeşeyên di navbera eşîr û welatiyên herêmê de çareser kirin û gelek dozên ku ji serdema serweriya rêjîma Baasê ve taloqkirî mane, çareser kirin.

ANHA