Jinên Efrînê soza şopandina fikrên Ocalan dubare kir

Jinên Efrînê bi gotina “Em ji zilma koletiyê xilas kirin, ji ber wê heta dawiyê em ê deyndarên wî bin” soza şopandina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê da.

Jinên Efrînê soza şopandina fikrên Ocalan dubare kir
13 mijdar, 2018   07:19

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekane lîder e ku ji zêdetirî 45 salan ve ji bo rizgarkirina civakê û bi taybet jinan têkoşiyaye. Ji ber wê jinên Rojhilata Navîn pê bawer bûn û li ser fikrên wî meşiyan.

Jinên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne, nêrînên xwe têkildarî Komploya Navdewletî ya der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ajansa me re parve kirin û tekez kir ku komplo têk çûye û soza şopandina fikra Ocalan û têkoşînê heta rizgarkirina hemû jinan dubare kir.

Jina bi navê Sadîqa Mehmûd Reşo, dayika şervanekî azadiyê ye ku di girtîgehên Tirkiyeyê de ji 25 salan ve dîl hatiye girtin. Sadîqa wiha got: "Ji çend salan ve me tu agahî ji Rêber Apo wernegirtiye. Di nav bêdengiya navdewletî de, dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran lê ferz dike. Ev kiryar îsbat dike ku ew ji fikrên Rêber Apo ên demokratîk ku banga azadiya hemû gelan dike, ditirse." 

Her wiha Sadîqa tekez kir ku kantona Efrînê di nav aramî û ewlehiyê de bû û dagirkirina wê beşek ji komploya navdewletî ye.

Di dawiyê de Sadîqa destnîşan kir ku ew ê heta rizgarkirina Efrînê li Kantona Şehbayê tê bikoşin û li ber xwe bidin.

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Henîfe Berko wiha axivî: "Em wek jinên hemû pêkhateyan tecrîda giran a li ser Rêber Apo şermezar dikin. Ji ber ku Rêber Apo rêberê tekane ye ku ji bo azadiya jinan tê koşiyaye û em ji zilma koletiyê rizgar kirine. Ji ber wê em ê heta dawiyê deyndarên wî bin û em ê felsefeya wî ji hemû gelan re bikin rêgez."

Di dawiyê de Henîfe destnîşan kir ku ew ê heta azadiya Ocalan û rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran tê bikoşin.

Têkildarî heman mijarê jina bi navê Zelûx Reşîd jî nêrînên wiha derpêş kirin: "Hemû komployên der heqê gelê Kurd û Ocalan de li hember berxwedana me têk çûn. Ew nikarin me ji Ocalan û fikrên wî dûr bixin."

Di dawiyê de Zelûx diyar kir ku ew ê ji berxwedan û têkoşînê gav paşde neavêjin.

(şx)

ANHA