Navçeya Holê û berhemên 3 salan piştî rizgarkirinê

13'ê Mijdarê salvegera sêyemîn a rizgarkirina navçeya Holê ye ya ku li rojhilatê bajarê Hesekê dikeve. Piştî navçe ji zilm û zordariya çeteyan hate rizgarkirin, di gelek waran de pêşketinên girîng lê çêbûn. Nexasim ji hêla kar û xebatên jinan de û niha jinê  di hemû warên jiyanê de cihê xwe girtiye.

Navçeya Holê û berhemên 3 salan piştî rizgarkirinê
Navçeya Holê û berhemên 3 salan piştî rizgarkirinê
Navçeya Holê û berhemên 3 salan piştî rizgarkirinê
Navçeya Holê û berhemên 3 salan piştî rizgarkirinê
Navçeya Holê û berhemên 3 salan piştî rizgarkirinê
Navçeya Holê û berhemên 3 salan piştî rizgarkirinê
Navçeya Holê û berhemên 3 salan piştî rizgarkirinê
Navçeya Holê û berhemên 3 salan piştî rizgarkirinê
Navçeya Holê û berhemên 3 salan piştî rizgarkirinê
Navçeya Holê û berhemên 3 salan piştî rizgarkirinê
Navçeya Holê û berhemên 3 salan piştî rizgarkirinê
13 mijdar, 2018   07:42

DILSOZ DILDAR - HOGIR NECAR / HESEKÊ

Navçeya Holê ji ber nêzbûna wê ji sînorên Iraqê ji navçeyên stratejîk ku çeteyên DAIŞ'ê wek navenda tevgerên xwe di navbera Sûriyeyê û Iraqê de bi kar dianîn tê hesibandin. Di dawiya sala 2015'an de piştî mehekê ji destpêkirina pêngava leşkerî ji hêla QSD'ê ve. Bi rizgarkirina navçeyê êdî  êdî jiyan hêdî hêdî lê geş bû.

Tevî derfetên kêm ên aborî jî navçeyê karî xwe ji nû ve di warên xezmetguzarî, perwerde û sazî û dezgehan de geş bike û bibe mînakeke Rêveberiya Xweser.

Şaredariya Gel

Şaredarî yek ji saziyên sereke ye ku li navçeyê hatiye vekirin. Şaredariya Gel roleke pêşeng di pêşxistina warê xezmetguzarî de li navçeyê lîstiye. Şaredarî 4'ê Hezîrana 2016'an li ser bingeha hevserokatiyê hate vekirin. 

Piştî wergirtina şaredariyê hejmarek ji alavên xizmetguzariyê ji Desteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê û erkdarkirina kesên xwedî tecrube, şaredariyê dest bi xebatê kir. Di dirêjahiya 3 salên derbasbûyî de gelek xebat hatin kirin.

Ji xebatên herî sereke ku şaredariyê bi cih anîne; qîrkirina rêyan, ronîkirina taxan, vekirina firina nan a sereke, peydakirina av ji gundewaran re, bi armanca rê li ber avên lehiyan bê girtin, abarên beton hatin avakirin, parka giştî ya navçeyê hate restorekirin û ji bo sivikkirina barê Şaredariya Gel a navçeyê şaredariyek li gundewaran hate erkdarkirin.

Meclis

Ji bo birêxistinkirina xebatên saziyan û yên civakî mecliseke herêmî ku ji 10 komîteyan (perwerde, ciwan, aborî, tenduristî, parastin, lihevanîn û edalet, karûbarên civakî û çand û hunerê) pêk tên, hate avakirin. Her wiha meclisê bi sedan komîn li taxên navçeyê û gundewaran ava kirin.

Komîteyan di 3 salên dawî de gelek xebatên bêhempa ruxmî gelek astengiyan û derfetên kêm, bi cih anîne.

Lihevanîn û Edalet

Ji bo pêkanîna edaleta civakî ji bingeha lihevanînê di navbera her du aliyan de, Komîteya Lihevanîn û Edaletê ku ji 7 endaman pêk tê, hate avakirin.

Têkildarî xebatên komîteyê endamê komîteyê Newaf Mihemed wiha axivî: "Di van 3 salên derbasbûyî de me bi sedan doz çareser kirin. Ên herî girîng têkildarî mîrat, nakokiyên li ser zeviyan, pirsgirêkên malbatî û hwd. Her wiha gelek dozên dijwar rastî me hatin, lê bi alîkariya hinek xêrxwazan ji oldar û rûspiyên herêmê, me ew pirsgirêk bi razîbûna her du aliyan çareser kir."

Perwerde

Girîngiya saziya perwerdeyê ji saziyên din ne kêmtir e. Hejmara dibistanên navçeyê 80 ye. Jê 15 dibistan di encama şerên ku li herêmê rû dane de û ji ber ku ji aliyê çeteyan ve wek bargehên leşkerî dihatin bikaranîn, hatine wêrankirin.

Tevî wê jî, ji destpêka rizgarkirina navçeyê ve, xebatên perwerdeyê gelek bi pêş ketiye. Endamê rêveber ê Navenda Perwerdeyê Salih Hisên diyar kir ku wan di vê sala perwerdeyê de derdora 6 hezar xwendekar pêşwazî kirine. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Cizîrê materyalên ku li ser bingeha demokrasiyê û xwendina her pêkhateyek bi zimanê dayikê amade kirine, li dibistanên navçeyê têne dayîn.

Xwendekar li ser dibistanên seretayî, navîn û amadehî yên ku zirar nedîtine yan jî bi awayekî beşî ziyan dîtine, hatin belavkirin. Her wiha Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ji bo biserxistina xebatên perwerdeyê kadroyeke perwerdekirî ku di dewreyên perwerdeyê yên komîteyê re derbas bûne, erkdar kir.

Mala Jinan

Bi armanca bilindkirina asta zanistî û pîşeyî ya jinan, xurtkirina tevlêbûna wê di hemû saziyên sivîl û rêveberiyê de û parastina mafên wê, Kongreya Star a herêma Cizîrê pêwîstiya vekirina Mala Jinan li navçeyê dît.

Kongreya Star ji bo xuyakirina rola jinan bi awayekî cidî ji bingeha wekheviyê di navbera her du zayendan de, gelek dewreyên perwerdeyê ji jinan re orgenîze kirine. Her wiha bi sedan semîner têkildarî şîrovekirina rola jinan di civakê de û çawaniya derbaskirina kevneşopiyên ku pêşketinên jinan asteng dikin, li dar xistine.

Ji destpêkirina rizgarkirina navçeyê ve, jinan roleke pêşeng di hemû warên civakî û çandî de lîstiye. Her wiha cihê xwe di rêveberina gelek saziyên Rêveberiya Xweser de û heta cihê xwe di hevseroktiya hemû sazî û komînan de girtiye.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Kongreya Star Meysa El-Ehmed destnîşan kir ku xebatên wan di warê perwerdekirina jinan de û pêşxistina wan de hatine meşandin û wiha got: "Jinên herêmê bi kevneşopiyên herêmê ve hatibûn girêdan. Ji ber wê rola wê di civakê de di rêza duyemîn de ma. Lê niha êdî jin ji mal derdikevin, nîqaş dikin û semîneran li dar dixin."

Meysa wiha domand: "Li gel van pêşketinan, lê di warê xuyakirina rola jinên li gundan de, em astengiyan dikişînin. Ji ber ku di bin zîhniyeta mêrdestiyê de maye û rola wê hatiye çawisandin. Em bi hemû keda xwe hewl didin rola jinan bilind bikin û vegerînin cihê wê yê bingehîn."

Tenduristî

Bi armanca xurtkirina warê tenduristiyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dermanxaneyek li navçeyê vekir. Her wiha Komîteya Tenduristiyê ji demekê ve hewl dide navendeke tenduristiyê li navçeyê veke. Lê ji ber derfetên kêm vekirina wê paşde ket. Ji ber wê nexweş ji bo dermankirinê neçar dimînin biçin bajarê Hesekê

Perwerdeya civakê  

Meclisa navçeyê bi armanca birêxistinkirina jiyana şêniyan li navçeyê, Komîteya Perwerdeyê vekir. Komîteyê ji bo nasandina şêniyan bi şêwazên şerê taybet, bi dehan dewre vekirine û bi sedan şênî jê der çûne.

Têkildarî mijarê hevserokê meclisa navçeya Holê Emar Mûsa ev tişt anî ziman: "Ji destpêka vê mehê ve, têkildarî pênasekirina fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina şêwazên xebatê di nav saziyan de me ji bo endamên saziyan û meclisan dewreyên bîrdozî ku ji 20 waneyan pêk tên, vekirin. Ev dewre mehekê dom dikin. Piştî hefteyekê ji dewreyê û li gorî nirxandina endaman, me ferq û girîngiya perwerdeyê û bandora wê li ser xebatên wan di nav saziyan de dît."

Kamp

Piştî serweriya DAIŞ'ê parêzgeha Mûsilê ya Iraqê di Hezîrana 2014'an de û bi rizgarkirina navçeya Holê re, kampa Holê ku kîlometreyekê dikeve başûrê navçeyê, zêdetirî 36 hezar penaberên Iraqê û zêdetirî 5 hezar koçberên Sûriyeyê pêşwazî kirine.

Hol di nav aramî û ewlehiyê de ye

Piştî derbasbûna 3 salan ji rizgarkirina navçeyê, bi saya Hêzên Ewlehiya Hundirîn îro herêm di nav aramî û ewlehiyê de ye. Bi vê yekê şêniyan kaxiza rojên tarî tewand û mîna gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha felsefeya Neteweya Demokratîk û Rêveberiya Xweser dijîn.

(şx)

ANHA