‘Heger em xwedî helwest bana Tirkiyê cesaret nedikir niha xaka me dagir bike'

Di civînekê de ku li navçeya Til Hemîsê hatî lidarxistin banga hevgirtina li hemberî hemû êrîşên dagirkeriya Tirkiyê hate kirin.

‘Heger em xwedî helwest bana Tirkiyê cesaret nedikir niha xaka me dagir bike'
‘Heger em xwedî helwest bana Tirkiyê cesaret nedikir niha xaka me dagir bike'
‘Heger em xwedî helwest bana Tirkiyê cesaret nedikir niha xaka me dagir bike'
‘Heger em xwedî helwest bana Tirkiyê cesaret nedikir niha xaka me dagir bike'
‘Heger em xwedî helwest bana Tirkiyê cesaret nedikir niha xaka me dagir bike'
12 mijdar, 2018   19:53

QAMIŞLO

Meclisa Kantona Qamişlo bi hevkariya Meclisa Navçeya Til Hemîsê bi armanca nirxandina rewşa siyasî li herêmê civînek li bajarokê Ûkaz ê navçeya Til Hemîsê li dar xist. Civîn li qada dibistana gundê Nayîm hate lidarxisitn. Bi dehan şêniyên bajarokê, endamê Meclisa Kantona Qamişlo Mezlûm Yûsif, Hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Salih El-Xelef, hevseroka bajaroka Ûkaz Îman El-Mûsa û Ehmed El-Şetî amade bûn.

Mezlûm Yûsif rewşa siyasî li ser asta Sûriyê û Rojhilata Navîn nirxand. Yûsif got: "Herêma me bûye qada şerên herêmî û cîhanî. Hemû civîn û kongreyên bi mijara çareserkirina aloziya Sûriyê ji bo parvekirina berjewendiyên wan welatan e û para gelê Sûriyê tê de tine ye, lewra alozî dewam dike û şer nasekine."

Yûsif her wiha anî ziman ku "Dewletên derve hemû lîstok li hemberî  gel pêk anîn û got rêveberiyeke heye nikare berpirsyartiyeke vî gelî rake, pêwîste rêveberiyek xurt hebe da ku gelê Sûriyê bi rêve bibe û bi van hincetan dest di karûbarên Sûriyê de wer dide. Lê hemû dizanîn ku çawa Hêzên Sûriyeya Demokratîk erka xwe ya li hemberî gelê  me pêk anî û li hemberî rêxistinên herî tundraw sekinî û herêm ji wan rizgar kir. Her wiha rêveberiyeke me ya xweser ji hemû pêkhateyan heye ku herêmê bi awayeke demokratîk bi rêve dibe. Heke wan aliyan rastî xwestin aloziya Sûriyê çareser bikin, tecrubeya Bakurê Sûriyê modêle."

Yûsif her wiha got: "Îradeya gel di ser her tiştî re ye, ew e ku piştgiriya çareseriyê dike û ew ê me bihîne aramiyê. Berxwedana Gel mîsogeriya çareserkirina hemû pirsigrêkan e."

Mezlûm Yûsif bal kişand li ser lewaziya helwesta koalîsyon û rêjîma Sûriyê li hemberî planên Tirkiyê û destnîşan kir ku hewlesta lewaz hişt ku Tirkiyê hin herêmên Bakûrê Sûriyeyê dagir bike û projeya demokratîk derbe bike, di heman demê de hewl dide çeteyên DAIŞ‘ê ku li hemberî berxwedana şervanan têk diçe zindî bike.

Mezlûm diyar kir ku heger rêjîm û koalîsyon di bidawîkirina aloziyê de cidî be wê li hemberî Tirkiyê bisekniya û ew neçar kiriba ku ji Sûriyê derkeve, çeka li hemberî plnanên dagirkeriya Tirkiyê berxwedanî û hevgirtina gelê û piştgiriya QSD‘ê ye.

Piştî axaftina Mezlûm. Mûdaxleyên beşdaran li ser mijarê hebû.

Ji welatiyên gundê El-Nayîm Miwefeq El-Rehîl nêrîna xwe wiha anî ziman: "Ti gotina aliyên Sûrî ji bo çareserkirina aloziyê nîn e. gotin ya Rûsya, Amerîka û Tirkiyê ye. Her wek ji van li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê bazaran dike."

El-Rehîl her wiha got: "Îro doza kuştina rojnamevanê Siûdî Xaşiqcî di rojevê de ye, li her deverê qala wî tê kirin. Lê îro bi hezan ji gelê Sûriyê ji aliyê rêxistina DAIŞ û dagirkeriya Tirkiyê ve li Dêrazor û Bakurê Sûriyê têne kuştin lê ti kes dengê xwe nake. Îro em bûne kevirê şatrancê di destê dewletên derve. Pirsa heya kengî wê dewletên mezin li hemberî van kuştina bêdeng bin."

Welatiyê bi navê Mihemed Hesen Hemûd jî nêrîna xwe wiha got: " Ji ber bêdengiya me wekî gelê Sûriyê li hember dagirkeriya Tirkiyê bi salan, em dibînin ku Tirkiyê îro dîsa hewl dide dagirkeriya Osmaniyan nû bike. Heke em berê yekbana û li hemberî Tirkiyê rabibane kiryarên Tirkiyê yên niha dûbare nedibûn. Heke me li hemberî dagirkirina Lîwa Îskenderon sekinînbana helwest nîşan dabaa îro Tirkiyê cesaret nedikir gavek derbasî xaka me bibe."

Civîn bi bersiva pirsan bi dawî bû.

ANHA