Li Efrînê dagirker cihên pîroz ên Elewiyan xira dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyan wê dizîn û xirakirina cihên pîroz ên Elewiyan li navçeya Mabata ya kantona Efrînê didomîne. Çete bi armanca dîtina zêr û şûnwaran cihên olî xira dikin.

Li Efrînê dagirker cihên pîroz ên Elewiyan xira dikin
11 mijdar, 2018   11:58

BASIL REŞÎD / ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker hovîtî û kiryarên xwe yên qirêjî li Efrînê didomînin û cihên olî xira dikin. Li gorî çavkaniyekî ji navçeya Mabata ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker duh cihê pîroz ê Elewiyan ê bi navê Av Gîrê yê di bin hewza avê ya navçeyê de xira kir û tiştên li wê derê dizîn.

Ev cihê pîroz zêdetirî 160 salan e tê ziyaretkirin. Elewiyên Efrînê berê xwe didin wê derê da ku rê û resmên xwe yên olê pêk bînin.

Li gorî çavkaniyan, çete cihên pîroz dikolin da ku zêr û şûnwaran bibînin û bidizin.

Li kantona Efrînê bi dehan cihên pîroz hene. Elewiyên Efrînê û wekî din pêkhateyan kantonê berê xwe didin wê derê, ji ber ku baweriya wan pê tê. Piraniya cihên pîroz ên ku bi peyva ‘Dade’ bi dawî dibin, dibêjin niştecihên herêmên derdora wan Elewî bûn lê paşê ola xwe guhertine. Ew  cihên pîroz Yaxmûr Dade, Aslan Dade, Elî Dade û Meryem Dade ne. Gotina ‘dade’ tê wateya mezinê mezhebê. Her wiha li kantonê 3 cihên pîroz ên zêde têne naskirin ev in; mezarê Sultan Berbeûş, mezarê Şêx Hemo û mezarê Şêx Meem.

Bi hezaran Elewî li Efrînê dijîn. Lê beşeke mezin ji wan li navçeya Mabata ne. Li gorî lêkolînên dîrokî ku ew piştî komkujiya ku ji aliyê Osmaniyan ve Ii ser wan hate kirin, ji Bakurê Kurdistanê hatine û xwe li kantonê bi cih kirine û heta niha têkilî di navbera Elewiyên Efrînê û yên Bakurê Kurdistanê de hene.

(bx)

ANHA