‘Bi tinekirina DAIŞ'ê re Tirkiye nikare projeyên xwe yên dagirkeriyê li herêmê bidomîne’

Sîham Qeryo destnîşan kir ku êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker dirêjkirina temenê DAIŞ'ê û têkbirina projeya Neteweya Demokratîk armanc dike. Sîham got:” Bi tinekirina DAIŞ'ê re Tirkiye nikare projeyên xwe yên dagirkeriyê li herêmê bidomîne.”

‘Bi tinekirina DAIŞ'ê re Tirkiye nikare projeyên xwe yên dagirkeriyê li herêmê bidomîne’
11 mijdar, 2018   07:42

ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker di van demên dawî de êrîşên xwe li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê zêde kirin. Di encamê de zaroka 6 salî bi navê Sara Mistefa şehîd bû. Têkildarî mijarê hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo ji ajansa me re axivî. Sîham êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û teqez kir ku gelê Sûriyê wê nehêle tu kes xaka wî dagir bike.

Sîham wiha got:"Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk a dagirker mudexeleya kar û barên gelê Sûriyeyê dike. Gelek herêm wekî Cerablus, Bab û herî dawî kantona Efrînê dagir kirin. Ev hemû di nav bêdengiya navdewletî de pêk hat."

Her wiha Sîham destnîşan kir ku ev êrîş piştî civîna çaralî di navbera Fransa, Rûsya, Almanya û Tirkiyeyê de hatin, ev yek jî îsbat dike ku hemûyan li gorî berjewendiyên xwe li hev kiriye.

Sîham di berdewamkirina gotinên xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ewlehiya herêmê û destkeftiyên ku gel bi saya projeya Neteweya Demokratîk bi dest xistine, tehemûl lê nekir û êrîşên xwe zêde kirin.

Tirkiyê bi rêya lihevkirinên navdewletî herêmên Sûriyê dagir kirin

Têkildarî mijara dagikirina dewleta Tirk a herêmên Sûriyeyê, Sîham destnîşan kir ku ev dagirkirin piştî lihevkirinên navdewletî hat. Yanî piştî civînên ku bi armanca qaşo çareserkirina aloziya Sûriyê dihatin lidarxistin wekî Cinêv û Astanayê bi hinceta avakirina herêmên bêçek.

Di dirêjahiya gotinên xwe de Sîham anî ziman ku dewleta Tirk bi rasthatina Roja Kobanê ya Cîhanê û bi nêzîkbûna tunekirina DAIŞ'ê, êrîşên xwe zêde kirin. Bi tinekirina  DAIŞ'ê re Tirkiye nikare projeyên xwe yên dagirkeriyê li herêmê bidomîne.

Sîham Qeryo wiha domand: "Şerê ku li Sûriyê rû dide, şerê berjewendiyan e û çareserkirina aloziyê asteng dike. Di vir de divê em bala xwe bidin xebatên  ji bo avakirina komîteya destûrê û komîteya danûstandinê bêyî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tev li wan komîteyan bike. Ruxmî ku gelên herêmê xwe bi xwe, xwe bi rê ve dibin û cihên herî ewle ne û ciwanên wê DAIŞ qewirandine."

Di dawiyê de hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser  a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo pêwîstiya derketina rêjîma Sûriyeyê ji bêdengiya xwe li hemberî êrîşên ku Bakurê Sûriyeyê dikin hedef, teqez kir.

(şx)

ANHA