NY: Xebatên me li El-Hudeydayê didomin

Neteweyên Yekbûyî tekez kir ku kar û xebatên hemû xebatkarên wan ji bo pêşkêşkirina xizmetên mirovî û alîkariyê ji bo parêzgeha El-Hudeyda ya rojavayê Yemenê didomin.

NY: Xebatên me li El-Hudeydayê didomin
10 mijdar, 2018   12:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Ragihandinê yê Buroya Karûbarên Mirovavî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeyd El-Elaya destnîşan kir ku li parêzgeha El-Hudeyda ya Yemenê xizmetên mirovî û alîkariyê tevî şerê di navbera hêzên Yemenê û Hûsiyan de, didomînin.

El-Elaya gotegotên têkildarî derxistina xebatkarên NY`yê ji El-Hudeydayê ji ber şerê dijwar, derewandin.

Hêzên Yemenê di demên dawîn de operesyonên leşkerî yên berfireh li bajarê El-Hudeyda yê rojavayê Yemenê dan destpêkirin da ku herêmên xwe ji bin serweriya hêzên El-Hûsî derxin.

Li bajarê El-Hudeyda li ser berava rojavayê Yemenê di nava 24 saetên dawîn de şer dijwar bû. Şevê din jî şer pir dijwar bû. Şer bi taybet li nêzî kolana El-Senaa, kolana El-Xemsîn û bajarê El-Salih derket. Her wiha şer heta Zanîngeha El-Hûdeydayê çû. 

Li gorî çavkaniyên herêmî yên Yemenê, hêzên Yemenê yên alîkariya xwe ji Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî werdigirin, Nexweşxaneya 22 Mayo derbas kirin û niha ber bi herêmên Çolet El-Efaî û hotêla Qesir El-Itîhan li El-Hûdeydayê ve diçin.

(bx)