Kongreya YCR`ê di roja duyemîn de ye

Kongreya duyemîn a Yekitiya Ciwanên Rojava di roja duyemîn de bi hilbijartina dîwanê ji bo rêvebirina kongreyê destpê kir.

Kongreya YCR`ê di roja duyemîn de ye
Kongreya YCR`ê di roja duyemîn de ye
10 mijdar, 2018   09:57

QAMIŞLO

Bi dirûşmeya”Bi têkoşîna ciwanên şoreşger em ê Sûriyeke azad û demokratîk ava bikin”duh kongreya duyemîn a Yekitiya Ciwanên Rojava(YCR) li stada bajaroka Rimêlan destpê kir. 5 hezar ciwan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî kongreyê bûn.

Di roja yekemîn a kongreyê de, tenê axaftin hatin kirin û behsa rola ciwanan di avakirina civaka azad û exlaq de hate kirin.

Roja duyemîn a kongreyê

Îro jî ango roja duyemîn a kongreyê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajaroka Rimêlan destpê kir.

Tê payîn di kongreyê de, raporên xebatên sê salan a YCR`ê were xwendin. Piştre rewşa ciwanan û pirsgirêkên ku li pêşberî wan derdikevin were nîqaşkirin. Her wiha rêzikname were xwendin û erêkirin, pilansaziya xebatê, hilbijartina meclisa ciwanan û gotina dawî ya kongreyê, were kirin.  

(kc)

ANHA