Xwedîkirina çêlekan ji projeyên herî girîng li gundên li rex çemê El-Celab e

Ji ber guncawbûna şert û mercên xwedîkirina sewalan li gundewarên kantona Girê Spî, şênî çêlek û pez xwedî dikin û debara xwe pê peyda dikin.

Xwedîkirina çêlekan ji projeyên herî girîng li gundên li rex çemê El-Celab e
Xwedîkirina çêlekan ji projeyên herî girîng li gundên li rex çemê El-Celab e
Xwedîkirina çêlekan ji projeyên herî girîng li gundên li rex çemê El-Celab e
Xwedîkirina çêlekan ji projeyên herî girîng li gundên li rex çemê El-Celab e
Xwedîkirina çêlekan ji projeyên herî girîng li gundên li rex çemê El-Celab e
8 mijdar, 2018   09:17

ÎBRAHÎM EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Xwedîkirina çêlekan li gundên rojhilatê Girê Spî û bi taybet gundên li rex çemê El-Celab ji projeyên sereke ne û di pileya duyemîn de piştî çandiniyê tê. Ji ber hebûna êmê çêlekan ji çawîrê bi awayekî xwezayî, lêçûna xwedîkirina wan kêm e û miqdara şîr zêde dibe.

Gundê El-Zêbeqiyê 7 km dikeve başûr û rojhilatê Girê Spî. Çemê El-Celeb di navenda wê re derbas dibe û gund dabeşî du aliyen dike. Ev gund bi xwedîkirina çêlekan navdar e û şîr ji bajarê Girê Spî û her du navçeyên Silûk û Eyn Îsayê re peyda dike.

Li gund li gorî texmînên şêniyan hejmara çêlekan derdora 500 çêlek in. Her malbatek 5 çêlekan xwedî dike.

Li gorî şivanên sewalan diyar kirine her çêlekek rojane derdora 20 kg şîr dide û difiroşin dikandarên bajêr.

Di demsala havînê de çêre pir dibe û bi taybet li ser beravên çem, ew jî barê xwediyên çêlekan di peydakirina êm de sivik dike. Lê pirsgirêk di meha zivistanê de derdikevin. Cotkar zehmetiyê di peydakirina êmê çêlekan û bilindbûna buhayê de dikişînin. Ev yek jî bandoreke neyînî li miqdara şîr dike. Di havînê de her çêlekek rojane 20 kg şîr dide lê di zivistanê de tenê 5 kg.

Têkildarî mijarê jina bi navê Sewsen Yûnis Sefer a ji şêniyên gundê El-Zêbeqiyê wiha got: "Ez çêlekekê xwedî dikim da ku debara malbata xwe pê peyda bikim. Di havînê de jêderek qûtek baş bû ji zarokan re. Lê bi hatina zivistanê re şîr kêm dibe."

Sewsen destnîşan kir ku ji ber buhabûna êmê sewalan ew neçar ma nanê hişk bide çêleka xwe. Lê miqdara nanê hişk hema maye bi dawî bibe û eger êm peyda neke, dê neçar bimîne çêlekê bifiroşe. Sewsen bang li Saziya Çandinî û Sewaldariyê kir ku pirsgirêka wan di ber çavan derbas bikin û bi buhayên guncaw êmê çêlekan ji wan re peyda bikin.

 Atiye Xelef El-Ubêd a ji şêniyên heman gundî ye û 4 çêlekan xwedî dike p têkildarî mijarê wiha dibêje: "Ji ber hebûna çawîr li gund, lêçûna zivistanê ji kirîna êm kêm dike, ji ber wê em çêlekan xwedî dikin." Atiye destnîşan kir ku di zivistanê de ew zehmetiyan di peydakirina êmê çêlekan de dikişînin bi taybet piştî telefbûna hilberînên çandiniyê li herêmê û wiha domand: "Ji ber nebûna êmê çêlekan ê xwezayî û buhabûna kirîna wê di zivistanê de em neçar dimînin hejmara çêlekan kêm bikin."

Atiye bang li Saziya Çandinî û Sewaldariyê kir ku rewşa xwediyên çêlekan bişopînin û êmê sewalan ji wan re bi buhayên guncaw peyda bikin û pirsgirêkên wan di ber çavan re derbas bikin.

(şx)

ANHA