Balafirên dewleta Tirk gundên Bradostê bombebaran kirin

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundên Bradostê bombebaran kirin.

Balafirên dewleta Tirk gundên Bradostê bombebaran kirin
7 mijdar, 2018   19:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê; balafirên şer yên dewleta Tirk di saet 19:30’an de gundên herêma Bradostê bombebaran kirine.

Li gorî çavkaniyên herêmê ji ber bombebaranê niştecihên gundê Xelîfan, malên xwe berdana û reviyane. Nayê zanîn bêka di encama bombebaranê de ziyanek ya canî çêbûye yan na. 

Hat zanîn hêjî balafirên şer yên dewleta Tirk ler wan herêma digerin.