Dêra gundê Til Cîhan şahîdê binpêkirinên dagirkeriya Tirk e

Artêşa Tirk a dagirker bi awayekî domdar êrîşî gundê Til Cîhan ê Tirbespiyê dike. Şûna gule û obûsan li dîwar, pencere, deriyên malan û heta dêra gundê bala mirov dikşînin.

Dêra gundê Til Cîhan şahîdê binpêkirinên dagirkeriya Tirk e
Dêra gundê Til Cîhan şahîdê binpêkirinên dagirkeriya Tirk e
Dêra gundê Til Cîhan şahîdê binpêkirinên dagirkeriya Tirk e
Dêra gundê Til Cîhan şahîdê binpêkirinên dagirkeriya Tirk e
Dêra gundê Til Cîhan şahîdê binpêkirinên dagirkeriya Tirk e
Dêra gundê Til Cîhan şahîdê binpêkirinên dagirkeriya Tirk e
Dêra gundê Til Cîhan şahîdê binpêkirinên dagirkeriya Tirk e
Dêra gundê Til Cîhan şahîdê binpêkirinên dagirkeriya Tirk e
7 mijdar, 2018   15:58

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî gund, bajarok û bajarên ser sînorê di navbera Bakurê Sûriyê û Tirkiyê didomîne û sivîlan dike hedef. Ji 28'ê Mijdarê ve artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî wan herêman zêde kirine. Leşkerên artêşa Tirk destûr nadin cotkarên wan herêman biçin nava zeviyên xwe.

 Gundê Til Cîhan ê girêdayî navçeya Tirbespiyê ya Herêma Cizîrê ye. Niştecihên gund Kurd, Ereb û Suryan in şahidê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker e.

Roja Sêşemê 6'ê Cotmehê di saet 11.30'an de artêşa Tirk a dagirker gundê Til Cîhan bi hawnan topbaran kirin û malên sivîlan û erebeyek ku ser rêya gund bû kir hedef û zirarên madî pê kir.

Ev ne cara yekê ye ku artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundê Til Cîhan dike. Ji beriya bi çend salan ve gund rastî êrîşan tê. Bi ketina nav gund de şûnên guleyan û bermayên hawnan li dîwar, derî û pencereyên gund xuya dibin û heta dêra gund ji van êrîşan nefilitî. Li ser dîwar dêrê şûnê zêdetirî 15 guleyan heye.

Şêniyê gund ji pêkhateya Suryan Jorj Îşoi destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker bi armanca tirsandina şêniyan û valakirinê gund dike hedef û wiha domand: "Hemû pêkhateyan gund ji Kurd, Ereb û Suryan di nav jiyanek hevbeş de dijî. Gund bi awayekî domdar rastî êrîşên artêşa Tirk a dagirker tê û heta dêra gund ji binpêkirinên Tirkiyê nefilitî."

Tirkiyê hebûna Suryanan li dirêjahiya xeta sînor armanc dike

Têkildarî mijara ku artêşa Tirk dêra gund dike hedef Îşoi wiha got: "Ev êrîş di çarçoveya siyaseta dewleta Tirk ji bo tunekirina hebûna gelê Suryan li dirêjahiya xeta sînor tê."

Di berdewama gotinên xwe de Jorj xuya kir ku ew ê li gund li berxwe bidin û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên gund biparêzin û wiha got: "Em ê bi yekîtiya xwe li dijî van êrîşan bisekinin û ez bang li neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê dikim ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî  sivîlan û cihên olî bi dawî bikin."

Ji aliyê xwe ve cotkarê bi navê Silêman Xidir Silêman diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker destûr nade cotkaran biçin nava zeviyan xwe û wiha got: "Di mewsima sala borî de û ji ber ku sakvanên artêşa Tirk a dagirker sivîl dikirin hedef me nikarî beşek ji hilberîna xwe berhev bikin û îro jî em nikarin zeviyên xwe biçînin."

Silêman destnîşan kir ku gundê Til Cîhan bûye hedefa leşkerên artêşa Tirk û got: "Beyî dikin hedefên xwe?"

(şx)

ANHA