Gelê Dêrazorê cenazeyê El-Ziêl û El-Abdullah veşartin

Cenazeyê endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên Dêrazorê Riyad El-Ziêl û Feysel El-Abdullah  bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen hatin veşartin.

Gelê Dêrazorê cenazeyê El-Ziêl û El-Abdullah veşartin
Gelê Dêrazorê cenazeyê El-Ziêl û El-Abdullah veşartin
Gelê Dêrazorê cenazeyê El-Ziêl û El-Abdullah veşartin
Gelê Dêrazorê cenazeyê El-Ziêl û El-Abdullah veşartin
Gelê Dêrazorê cenazeyê El-Ziêl û El-Abdullah veşartin
Gelê Dêrazorê cenazeyê El-Ziêl û El-Abdullah veşartin
Gelê Dêrazorê cenazeyê El-Ziêl û El-Abdullah veşartin
Gelê Dêrazorê cenazeyê El-Ziêl û El-Abdullah veşartin
Gelê Dêrazorê cenazeyê El-Ziêl û El-Abdullah veşartin
7 mijdar, 2018   15:44

DÊRAZOR

Endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn Riyad El-Ziêl û Feysel El-Abdullah di vê mehê de li gundewarên rojhilatê Dêrazorê  dema erka xwe pêk dianîn gihiştin şehadetê.

Îro bi tevlêbûna bi sedan welatiyên gundewarên Dêrazorê, şervanên QSD, Hêzên Ewelkariya Hindirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan cenazeyê her du şehîdan bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen a gundê El-Bisêra hatin veşartin.

Kerwanê cenazeyê ji gundê Ebû Herdûb û gundê Zîban ber bi Goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve bi rê ket.

Li goristanê deqeyeke rêzgirtin û merasîmeke leşkerî pêk hat.

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Mûsa El-Hesen di merasîmê de axivî û ev tişt got: "Gelê me yê qehreman, em îro li cihekî serferazî û serbilindayî şehîdên xwe oxir dikin. Em sersaxiyê ji xwe re û ji malbatên şehîdan re dixwazin û dibêjin şehîdên me rûmeta me ne. Em soz dikin ku em ê şopdarên rêya wan bin ta tevahî herêmê rizgar bikin, şehîd ti carî namirin û her di dilê me de ne."

Endamê MSD‘ê Fîras Elî jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got gelên herêmên dê têkoşîna xwe berdewam bikin heya tevahî herêmê rizgar bikin, şehîdên îro têne oxirkirin delîlê vê yekê ye ku  gelê xeta azadiyê didomîne û ji bo wê berdêl çi be tê dayîn.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Wefa El-Celal got: "Dema her em şehîdekî oxir dikin, em dizanîn ku pêşerojeke azad li benda me ye,  ti tişt naghêje fedekariya şehîdên me, şehîd sax in ti carî nemirin."

Wefa El-Celal her wiha wesîqeyên şehadetê yên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girse piştî nimêja li ser cenaze kirin di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

Di dawiya merasîmê de Saziya Malbatên Şehîdan nasnemeyên 4 şervanên QSD‘ê ku di qoanaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn eşkere kirin, nasnemeya şehîdan ev:

Yaqûb El-Diram (Yûsif), Xidir El-Beşîr (Mêmatî), Îbrahîm El-Mixlif (Xelîl), Elaa El-Rewazk (Ciwan Hecîn).

ANHA