MSD‘ê geşedanên dawî ji jinan re şîrove kirin

Emîna Umer geşedanên dawî, bi taybet êrîşên dagairkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyê ji jinên navçeya Eyn Îsayê re şîrove kir. Emîna Umer destnîşan kir ku armanca êrîşan têkbirina projeya demokratîk e.

MSD‘ê geşedanên dawî ji jinan re şîrove kirin
MSD‘ê geşedanên dawî ji jinan re şîrove kirin
MSD‘ê geşedanên dawî ji jinan re şîrove kirin
MSD‘ê geşedanên dawî ji jinan re şîrove kirin
7 mijdar, 2018   15:10

GIRÊ SPÎ

Buroya Jin a MSD bi civînekê rewşa siyasî ji jinên navçeya Eyn Îsayî re şîrove kir.

Civîn li hola civînan a meclisa navçeyê hate lidarxistin. Hevseroka MSD‘ê Emîna Umer û Rêvebera Buroya Jin a MSD‘ê Îlham Umer û bi dehan jinên navçeyê di civînê de hazir bûn.

Emîna Umer axivî û bal kişand li ser êrîşên dawî yên li dijî Bakurê Sûriyê û diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî Bakurê Sûriyê di serî de jinan dike hedef û qetilkirina zarok Sara Mistefa mînaka vê yekê nîşan da. Emîna Umer got Sara bû qurbaniya lihevkirina gelek welatan li ser şikandina îradeya gelê Sûriyê.

Hevseroka MSD‘ê bi bîr xist ku êrîşên Tirkiyê piştî lûtkeya çaralî ya di navbera Fransa, Tirkiyê, Elmaniya û Rûsya de pêk hat û anî ziman ku hemû welatên  îdia dikin ku ew ê aloziya Sûriyê çareser bikin lê îdiayên wan berevajî vê yekê nîşan dide.

Emîna Umer got: "Êrîşên li ser Bakurê Sûriyê li gel bêdengiyeke navdewletî hatî kirin. Ev yek duduliyan pîvanên van welatan şîrove dike, ji ber ku diyar e hemû ji bo berjewendiyên xwe li ser xaka Sûriyê tevdigerin."

Emîna Umer di berdewama nirxandinên xwe de anî ziman ku Tirkiyê di heman demê de êrîşî Bakurê Sûriyê kir da ku temenê DAIŞ‘ê li Sûriyê dirêj bike û wiha pêde çû: "Êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyê, kuştina Şêx Beşîr El-Hiwêdî, her wiha hewldanên têkbirîna aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li dijî nuqteyên QSD‘ê hemû pilan ji aliyê ejnîdeyên derve ve têne kirin, armanc jê têkbirina projeya demokratîk e û xirabkirina mozaîkayîna civakî ye."

Emîna Umer teqez kir ku ew ê li hemberî hemû astengiyan bisekin û projeya demokratîk bi ser bixînin û anî ziman ku ev yek dê bi hevgirtina gelên herêmê li hemberî êrîşan pêkan e.

Emîna Umer her wiha 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser jinê bi bîr xist û rola perwerde û rêxistinbûyîna jinan di rêgirtina li pêşiya tundiyê destnîşan kir.

Di dawiyê civînê de deriyê nîqaşan li pêşiya beşdaran hate vekirin. Di nîşaqan de girîngiya yekitiya gelê Sûriyê li hemberî pilanên derve û bi sînorkirina tundiya derketin pêş.

ANHA