Yekitiya Jinên Ciwan êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin

Yekitiya Jinên Ciwan di çalakiyekê de li bajarê Minbicê destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî axa Sûriyeyê şermezar kirin.

Yekitiya Jinên Ciwan êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin
7 mijdar, 2018   12:32

MINBIC

Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Minbicê li dijî destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist û her wiha daxuyaniyek da.

Çalakî li salona voleybolê ya nêzî stada navendî hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên wekî "Ciwanên Minbicê vejandina dagirkeriya Osmaniyan qebûl nakin", "Îradeya jinên ciwan dagirkeriyê dişikîne" hatin hildan û daxuyaniyek ji aliyê endama rêveberiya Yekitiya Werzîşvanan Nesrîn Berkel ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê û bêdengiya civaka navnetewî li hemberî van destdirêjiyan hate şemezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku welatiyên Sûriyeyê tu carî li hemberî van destdirêjiyan bê deng namînin û dê axa xwe biparêzin.

Piştî daxuyanî hate xwendin, endama Rêveberiya Meclisa Jinan Nadiya Milhim axivî û destdirêjiyên Tirkiyeyê şermezar kirin û banga hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê li ber xwe bidin û wiha got: "Em ê ji bo rizgarkirina Efrîn, Cerablus û Babê têkoşîna xwe bilind bikin."

Çalakî bi dirûşmeyên dilsoziya şehîdan û berxwedana welatiyan li hemberî hovîtiya Tirkiyeyê bi dawî bû.

ANHA