Li bajarokê Mergede ji ber lehiyê mal hilweşiyan û rê hatin girtin

Baraneke zêde li bajarokê Mergede bariya û di encamê de lehî çêbû. Ji ber lehiyê rêya Şedad û El-Sûrê hate girtin û hin malên ji axê hatibûn lêkirin, hilweşiyan.

Li bajarokê Mergede ji ber lehiyê mal hilweşiyan û rê hatin girtin
Li bajarokê Mergede ji ber lehiyê mal hilweşiyan û rê hatin girtin
Li bajarokê Mergede ji ber lehiyê mal hilweşiyan û rê hatin girtin
7 mijdar, 2018   12:04

HESEKÊ

Îro serê sibehê ji ber barana zêde ku li bajarokê Mergede yê kantona Hesekê şeva derbasbûyî bariyabû, lehiyek çêbû û hişt ku hin malên ji axê bêne hilweşandin û zirar di berhemên çandiniyê de çêbin. Her wiha tevgera trafîkê li ser rêya navçeya Şedadê û bajarokê El-Sûr hate astengkirin. Ji ber wê Şaredariya Gel dest bi vekirina kanalîzasyonê kir û rêyên demkî çêkirin.

ANHA