Parlemana Iraqê ji bo ku baweriyê bide wezaretên hikumeta nû, dicive

Çavkaniyekî parlemana Iraqê guhertina di plansaziya parlemana Iraqê de eşkere kir ku dê îro rûniştinekê li dar bixin da ku baweriyê bide wezaretên hikumeta nû.

Parlemana Iraqê ji bo ku baweriyê bide wezaretên hikumeta nû, dicive
6 mijdar, 2018   12:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî parlemana Iraqê ji malpera RT Today re ragihand ku serokwezîr Adil Ebid El-Muhdî ji serokatiya parlemanê xwest ku dengdayînê li ser 8 wezaretên di hikumeta wî de mane pêk bîne.

 Plansaziya parlemana Iraqê ku duh hatibû belavkirin, tê de behsa dengdayînê nehatibû kirin.

Di rûniştina 24'ê Cotmeha 2018'an de ya ji bo bawerîdayîna hikumeta nû beşeke parlemanteran ên girêdayî hevbendiya Saîrûn, jê vekişiyan.