Komîteya Çandiniyê li Dêrazorê komîteyeke çavdêriyê ava kir

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo ku serdana gundên Ebo Xeşeb bike û zirarên ku di zeviyan de derketine tespît bike, komîteyeke çavdêriyê ava kir.

Komîteya Çandiniyê li Dêrazorê komîteyeke çavdêriyê ava kir
Komîteya Çandiniyê li Dêrazorê komîteyeke çavdêriyê ava kir
Komîteya Çandiniyê li Dêrazorê komîteyeke çavdêriyê ava kir
Komîteya Çandiniyê li Dêrazorê komîteyeke çavdêriyê ava kir
Komîteya Çandiniyê li Dêrazorê komîteyeke çavdêriyê ava kir
Komîteya Çandiniyê li Dêrazorê komîteyeke çavdêriyê ava kir
Komîteya Çandiniyê li Dêrazorê komîteyeke çavdêriyê ava kir
Komîteya Çandiniyê li Dêrazorê komîteyeke çavdêriyê ava kir
6 mijdar, 2018   11:51

DÊRAZOR

Dema ku bahoz û barana zêde ku li herêma Dêrazorê sekinî, Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê tîmek ji kesên pispor ava kir ku çavdêriya 31 gundên Ebo Xeşeb bike û zirarên ku di zeviyan de derketine, tespît bike.

Komîteya Çandiniyê ku serdana gundan kir, piştrast kir ku zeviyên li deverên nizm û deştî veguherîn çiravan û ziyaneke mezin di wan de derketiye.

Endama Komîteya Çandiniyê endezyar Nehle El-Elî wiha got: "Me komîteyeke çavdêriyê ava kir da ku em karibin ziyanên ku gihaştine zeviyan bibînin û karibin alîkariya cotkaran bikin."

Gundên Ebo Xeşeb bi herêmên çandiniyê û bi firehbûna xwe tê nasîn û zêdetirî wan çandiniya bejî ye.

(jo)

ANHA