Amerîka li benda danûstandinên dîplomatîk bi Çînê re ye

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û wezîrê parastinê James Mattis amadekariya civîna bi hevpîşeyên xwe yên Çînê re dikin da ku dest bi danûstandinên dîplomatîk û ewlehiyê yên payebilind bikin.

Amerîka li benda danûstandinên dîplomatîk bi Çînê re ye
6 mijdar, 2018   11:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve Mike Pompeo û wezîrê parastinê James Mattis ên Amerîkayê ragihand ku ew ê roja Înê bi hevpîşeyên xwe yên Çînê re bicivin da ku dest bi danûstandinên dîplomatîk û ewlehiyê bikin.

Ev civîn jî berdewama civîna yekemîn ku di Hezîrana 2017'an de hatiye lidarxistin û nîşaneke normalîzekirina têkiliyên ewlehiyê di navbera Amerîka û Çînê de ye, piştî ku di encama aloziya Deryaya Çînê ya Başûr de têkiliyên wan aloz bûn.

Trump bacên gumrikê li ser nîvê derhatinên Çînê zêde kirin û di encamê de hişt ku Çîn jî bacên xwe li ser berhemên Amerîkayê zêde bike.

Amerîkayê dijberiya xwe bi zêdekirina alîkariya leşkerî bi Taywanê re zêde kir û Çîn tawanbar kir ku destwerdana hilbijartinên Taywanê dike.