Şedadê şehîdên xwe oxir kirin

Di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên silavkirina şehîdan de, bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyên 4 şehîdên QSD`ê ku di pêngava Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîdên Şedadê oxir kirin.

Şedadê şehîdên xwe oxir kirin
Şedadê şehîdên xwe oxir kirin
Şedadê şehîdên xwe oxir kirin
Şedadê şehîdên xwe oxir kirin
Şedadê şehîdên xwe oxir kirin
Şedadê şehîdên xwe oxir kirin
3 mijdar, 2018   08:57

HESEKÊ

Şêniyan cenazeyên Ewad El-Hac (Hekmo), Esed El-Îsa (Nemir), Cemal Tirkî (Hemza) û Omer Ebdullah (Hesen) ji pêşiya Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan li bajarê Hesekê wergirt û bi karwanekî trimpêlan birin Goristana Şehîdên Şedadê.

Li goristanê merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî dest pê kir. Paşê li ser navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) fermandar Hac Sayîl û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Zehra Elî axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Axaftvanan destnîşan kir ku şehîdan ji bo azadiyê tiştê herî giranbuha dan û wiha got: "Bi saya wan me dikaribû gelek herêman rizgar bikin, ne ji wan bûya em niha ne li vir bûn."

Axaftvanan soz da ku dê heta dawiyê û pêkanîna armancên wan, li ser rêya şehîdan bin.

Paşê endama Saziya Malbatên Şehîdan Eyat Îbrahîm nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên şehîdan kirin. Hevalên şehîdan bi dirûşma “Şehîd namirin” her çar şehîd spartin axê.

(jo)

ANHA