Mîhrecana Dengvedana Efrînê dest pê kir

Çalakiyên roja yekem a Mîhrecana Dengvedana Efrînê li gundê Eqîbê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê dest pê kir. Çalakî dê 4 rojan berdewam bike.

Mîhrecana Dengvedana Efrînê dest pê kir
Mîhrecana Dengvedana Efrînê dest pê kir
Mîhrecana Dengvedana Efrînê dest pê kir
Mîhrecana Dengvedana Efrînê dest pê kir
Mîhrecana Dengvedana Efrînê dest pê kir
Mîhrecana Dengvedana Efrînê dest pê kir
Mîhrecana Dengvedana Efrînê dest pê kir
Mîhrecana Dengvedana Efrînê dest pê kir
2 mijdar, 2018   16:19

ŞEHBA

Mîhrecana "Dengvedana Efrînê" ji aliyê Yekitiya Ciwanên Rojava ya kantona Efrînê û Yekitiya Ciwanên Ereb ên Demokratîk ve hatiya organîzekirin.

Axaftina destpêkê ya Mîhrecanê ji aliyê endama Meclisa Kantona Efrînê Mûşîra Mele Xelîl  ve hate kirin. Mûşîra got: "Çalakiyên ku di vê pêvajoyê de têne lidarxistin gaveke pir girîng e ber bi îspatkirina hembûn û îradeya li hemberî pilanên komploger ve ye. Wekî çawa ev şoreş bi rihê ciwana dest pê kir dê bi hêz û berxwedana ciwanan bi ser bikeve."

Ji rêveberên Yekitiya Ciwanên Rojava ya herêma Efrînê Simko Harûn jî axivî û anî ziman ku wekî Yekitiya Ciwanên Rojava xwe li ser esasê rizgarkirina Efrînê û pêkanîna armancên şehîdên mîna Hawar, Gerzan û Birûsk bi rêxistin kirin û dê berxwedana xwe bidomînin ta Efrîn ji dagirkeran rizgar bikin.

Piştî axaftinan, beşdarên mîhrecanê bi mezin û biçûkan 50 darên zeytûnana li qada gundê Eqîbe çandin.

Di mîhrecanê de helbest li ser Efrînê ji aliyê ciwanan ve hatin xwendin, piştre Koma Çiyayê Kurmênc dîlanên filklorî ya çanda Efrînê pêşkêş kirin.

Her wiha şonoyeke ji aliyê ciwanan ve bi navê "Xapandin" hate pêşkêşkirin. Şano bandora şerên taybet li ser ciwanan destnîşan dike.

 Têkildarî armanca Mîhrecanê Rêveberê Yekitiya Ciwanên Rojava ya Navçeya Til Rifetê Tolhilnda Zerdeş ji ajansa me re diyar kir ku dê çalakiyên mîhrecanê 4 rojan berdewam bike, roja yekem li gundê Eqîbê û dê rojên din li kantona Şehbayê werin lidarxistin. Zerdeşt diyar kir ku mîhrecan bi armanca teqezî li ser berdewama berxwedana Efrînê ye.

ANHA