Meclisa Sivîl a Reqayê kuştina El-Hiwêdî şermezar kir

Meclisa Sivîl a Reqayê kuştina Şêx Beşîr Feysel El-Hiwêdî şermezar kir û ji gelê Reqayê re sersaxî xwest.

Meclisa Sivîl a Reqayê kuştina El-Hiwêdî şermezar kir
2 mijdar, 2018   15:54

REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê li ser kuştina yek ji şêxên êla El-Hiwêdî û endamê Meclisa Sivîl a Reqayê Beşîr Feysel El-Hiwêdî daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye: "

"Bi xemgînî me agahiyên kuştin şêx Beşîr Feysel El-Hiwêdî bihîst. El-Hiwêdî yek ji sembolên êla El-Fadila û endamê Meclisa Sivîl a Reqayê ye. Di heman demê de ye ji kesayetên welatparêz e ku roleke mezin û çalak di xebatên Meclisa Sivîl a Reqayê de list.

Bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê, em vê sûcên ne mirovî ku ti girêdana wê bi mirovahiya re nîn e şermezar dikin. Ji kesên li pey vê sucî re dibêjin, gelê me yê Reqayê bi hemû pêkhateyên wî, Ereb, Kurd, Suyran, Tirkumen û Çerkes re  wê nekevin xefka xwe, ku destên û siyasetên reş ji we re vendane.

Her wiha em gelê xwe yê Reqayê bi şêx û rûspiyên wê ji pilan û siyasetên xirabkirin hişyar dikin, ku hewl dide mûzayîka civakî ya Reqayî xirab bikin û aloziyê derxînin.

Wekî Meclisa Sivîl a Reqayê Şêx Beşîr Feysel El-Hiwêdî bi Şêxê Şehîdên Meclisa Sivîl a Reqayê bi nav dikin.

Herî dawî ji xwe re û ji malbata şêx re û ji gelê Reqayê re sersaxiyê dixwazin."

ANHA