Di nav wêraniyê de israra xwendinê ya zarokên Reqa’yê   

Dibistana ku di şerê li hember DAÎŞ’ê de wêran bibu ji nûve dest bi perwerdeyê kir. Zarokên Reqa’yê rexmî hemû zehmetiyan jî gotin ewê xwendina xwe dewam bikin da ku xeyalên xwe bi cih bînin.

Di nav wêraniyê de israra xwendinê ya zarokên Reqa’yê   
Di nav wêraniyê de israra xwendinê ya zarokên Reqa’yê   
Di nav wêraniyê de israra xwendinê ya zarokên Reqa’yê   
Di nav wêraniyê de israra xwendinê ya zarokên Reqa’yê   
Di nav wêraniyê de israra xwendinê ya zarokên Reqa’yê   
2 mijdar, 2018   10:37

HEMED EL-MISTEFA-FECIR EL-XALID / REQA

Di nav van 7 salan de zarokên Reqayê di nav azar û arîşeyên şer de mezin bûn. Ji bilî xuyangên topbaranê û dengên topavêj û balafiran nedîtin û ne bihîstin. Ji mafê xwe yê herî besît bêpar man û heta 4 salan di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de bê xwendin man. 

Dibistana Ebû Bekir El-Razî ya ku 550 şagirtên seretayî hembêz dike, yek ji dibistanên ku bi dîroka xwe ya kevnar di nav gelê Reqayê de bi nav û deng e û rengekî wê yê cuda heye. Dibistan bi rêjeya ji sedî 60 hatiye wêrankirin. Lê dîsa şargitan berê xwe danê da ku perwerdeya xwe bibînin.

Dibistan bê pencere û sûr e û heta dîwarê wê tune ne. Tevî ku di her daniştokekê de 3 heta 4 zarokan rûdinin, lê şargirt rexmî her tiştî di fêrbûnê de bi israrin.

Xwendekarê bi navê Emar El-Xalid ê ji refa 2 got: "Bi vegera dibistanê re em kêfxweş in. Em dixwazin fêrî xwendin û nivîsandinê bibin. Temenê min niha 9 salî ye û ez di refa 2 de dixwînim. Lê ji bo pêkanîna xewna xwe û da ku bibim endezyar ez ê berdewam bikim."

Ji aliyê xwe ve şagirta bi navê Henîn ku di refa 3 de ye got: "Tevî ku dibistana me wêran bûye, pencere û derî tune ne, lê dîsa jî em di fêrbûna xwe de bi israr in."

Têkildarî mijarê rêveberê dibistana Ebû Bekir El-Razî Mehêr Ewês diyar kir ku li dibistanê nêzî 550 xwendekar ji refa 1 heta 5 hene. Lê pêwîstiya dibistanê bi pencere, derî û avakirina sûrekî derdora dibistanê û zêdekirina hejmara daniştokan heye.

Mehêr destnîşan kir ku bi hatina zivistanê re rewşa dibistanê dê dijwar bibe. Ji ber wê bang li aliyên têkildar kir ku desteka pêwîst di zûtirîn dem de ji wan re pêşkeş kirin.

Ji aliyê xwe serokê Buroya Rêveberiya Dibistanan ê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Mihemed destnîşan kir ku wan girêdayî dibistanên ku hatine wêrankirin projeya jinûve restorekirina dibistanan û pêşkeşkirina xebatên pêwîst dinirxînin.

(şx)

ANHA