Sîna El-Emel rûyê astengdaran dikenîne

Dema ku çeteyên DAIŞ`ê 4 salan bajarê Reqayê dagir kiribû, gelek şêniyên bajêr li ser jiyana xwe ditirsiyan ku jiyana xwe ji dest bidin, ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê şênî ji xwe re kiribûn mertalên zindî û ji ber mayinan gelek kes ji organên laşên xwe bûn. Tîma Sîna El-Emel hewl dide alîkariyê bide wan kesan û morala wan xweş bike.

Sîna El-Emel rûyê astengdaran dikenîne
Sîna El-Emel rûyê astengdaran dikenîne
Sîna El-Emel rûyê astengdaran dikenîne
Sîna El-Emel rûyê astengdaran dikenîne
Sîna El-Emel rûyê astengdaran dikenîne
Sîna El-Emel rûyê astengdaran dikenîne
2 mijdar, 2018   10:45

RÛBA EL-ELÎ / REQA

Tîmeke dilxwaz bi hevkariya Buroya Astengdaran di Meclisa Sivîl a Reqayê de, alîkariya hemû şêniyên bajarê Reqayê yên ku ji ber mayinên çeteyan organên laşê xwe winda kirine, dikin. Bi armanca alîkariya astengdaran û moraldayînê, tîma Sîna El-Emel kar dike ku tîmeke dilxwaz e û ji gelek kesan pêk tê.

Buroya Astengdaran a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê rojane kesên ku alîkariyê dixwazin, alîkariyê didê. Yek ji damezirînerên Sîna El-Emel Miwefiq Zîb destnîşan kir ku Sîna El-Emel ji ciwanan pêk hatiye û armanca wê ku organên çêkirî ji kesên ku di şer de birîndar bûne re peyda bike û wiha got: "Beriya mehekê me dest bi karê xwe kir û organên çêkirî ji 5 kesan re siwar kirin, rewşa wan pir xerab bû lê me derbas kir û birînkariya wan serkeftî derbas bû."

Miwefiq Zîb wiha axaftina xwe dewam kir: "Em armanc dikin ku di pêşerojê de navendeke temam bi rêya xistina hemû temenan a nava hev ava bikin. Hemû karê me bi însiyatîfa wan û derfetên wan in, tu aliyan alîkariya me nekir, lê dîsa jî em bi karê xwe radibin."

Berpirsa Buroya Karûbarên Astengdaran Emîra El-Hesen wiha got: "Em rojane kesên ku alîkariyê dixwazin pêşwazî dikin, heta niha 2 hezar û 200 kes hatine, ji hemû temenên xwe, em kartan ji malbatên astengdaran re belav dikin."

Emîra El-Hesen bang li hemû rêxistinan kir ku alîkariya Buroya Astengdaran bikin.

(jo)

ANHA