Li hemberî pençeşêra pêsîrê pêngaveke nû

Bi boneya meha cîhanî ya pênasekirina nexweşiya pençeşêra pêsîrê, Weqfa Jinên Azad a Rojava bi hevkariya Heyva Sor a Kurd pêngaveke pênasekirina pêşwext a nexweşiya pençeşêra pêsîrê û xweparastina ji wê dest pê kir.

Li hemberî pençeşêra pêsîrê pêngaveke nû
Li hemberî pençeşêra pêsîrê pêngaveke nû
Li hemberî pençeşêra pêsîrê pêngaveke nû
2 mijdar, 2018   09:22

SILAVA EBDILREHMAN / QAMIŞLO

Meha Cotmehê wek meha aravî tê nasîn, ev însiyatîfeke cîhanî ye ku li ser asta cîhanê di Cotmeha 2006'an de xebat hatin destpêkirin. Navendên seranserî cîhanê di vê mehê de rengê aravî weke durişme bilind dikin da ku metiriya nexweşiya penceşêra memik pênase bikin.

Di vê çarçoveyê de Weqfa Jinên Azad a Rojava bi hevkariya Heyva Sor a Kurd pêngaveke pênaxekirina pêşwext a nexweşiya pençeşêra pêsîrê û rêbazên xwe jê parastinê di bin durişmeya "Bi hev re ber bi parastin û eşkerekirina pêşwext a nexweşiya pençeşêra pêsîrê ve" da destpêkirin.

Pêngav ji destpêka Cotmehê heta dawiya mehê de hate domandin. Di pêngavê de belavokên pêşxistina hişmendiya jinan li jinan hatin belavkirin. Her wiha semîner hatin lidarxistin û di van semîneran de çawaniya eşkerekirina nexweşiya penceşêra pêsîrê a pêşwext hatin gotûbêjkirin û rêbazên xweparastina ji nexweşiyê hatin şîrovekirin. Di vê çarçoveyê de 55 semîner li bajarên herêma Cizîrê hatin organîzekirin.

Berdevka Weqfa Jinên Azad û berpirsyara Beşa Tenduristiyê Ceylan Osman diyar kir ku armanca wan a sereke ji vê pêngavê parastina tenduristiya jinan e û eşkerekirina pêşwext a nexweşiya penceşêra pêsîrê e.

Ceylan diyar kir ku di pêngavê de gelek çalakiyên wekî semînerên pênasekirina nexweşiya penceşêra pêsîrê hatin lidarxistin û da zanîn ku pêngav mehekê dom kir û ji aliyê jinan ve jî bi baldarî hate şopandin. Ceylan di dawiya axaftina xwe de got ku pêngava wan bi dawî bûye lê dê xebatên xwe yên pêşxistina hişmendiya jinan û alîkariya bi jinan re berdewam bikin.

ANHA