'Bi çandê em pêş bikevin' navnîşana şahiya Tebqayê bû

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê îro bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê şahiyek li dar xist.

'Bi çandê em pêş bikevin' navnîşana şahiya Tebqayê bû
'Bi çandê em pêş bikevin' navnîşana şahiya Tebqayê bû
'Bi çandê em pêş bikevin' navnîşana şahiya Tebqayê bû
'Bi çandê em pêş bikevin' navnîşana şahiya Tebqayê bû
'Bi çandê em pêş bikevin' navnîşana şahiya Tebqayê bû
'Bi çandê em pêş bikevin' navnîşana şahiya Tebqayê bû
'Bi çandê em pêş bikevin' navnîşana şahiya Tebqayê bû
'Bi çandê em pêş bikevin' navnîşana şahiya Tebqayê bû
1 mijdar, 2018   20:07

TEBQA

Şahî bi dirûşmeya 'Bi çandê em pêş bikevin' li ser dika Navenda Çand û Hunerê bi tevlêbûna hejmarek mezin ji şêniyên Tebqayê, serok û endamên komîteyên rêveberiyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û şêxên herêmê li dark ket.

Şahî bi deqeyek rêzgitin destpê kir. Piştre hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Elî Elaya axaftina destpêkê kir. Elî bi xêrhatina beşdaran kir û tekez kir ku çand û huner nasnameya gelan e.

Elî wiha domand: "Tebqa mîna mûzeyîkek xweşik e û bi hemû pêkhateyên xwe û pirçandiyê rengîn e. Teror hewl da wê wêran bike, lê fedekariya şehîdan rê li ber girtin." Elî bi navê Komîteya Çand û Hunerê û Yekîtiya Rewşenbîran soza şopandina rêya şehîdan da

Piştre manodiramek bi navê 'Ji çopan' ji nivîsandin û derhênariya hevserokê Çand û Hunerê yê Tebqayê Fîras Ramadan hate pêşkeşkirin.

Paşê Koma Çand û Hunerê ya hunerên gelêrî hejmarek ji stranên gelêrî û kulturî ya herêma Tebqayê pêşkeş kirin û her wiha stranek girêdayî Efrînê hate pêşkekirin.

Ji bo spaskirina hemû aliyên ku piştgiriya Komîteya Çand û Hunerê kirine, Mertala Komîteyê ji her du meclisên Zagonsaz û Rêveber ên Tebqayê, Çapxaneya Firatê bi navê Maliya Giştî, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxa Tebqayê, Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hatin pêşkekirin. Her wiha komên Reqayê yên vejandina kultura gelêrî ya ku beşdarî destpêkirina navendê bûne hatin xelatkirin.

Di dawiyê şahiyê de Koma Zarokên Reqayê hejmarek ji stranên gelêrî yên çanda Reqayê pêşkeş kirin.

(şx)

ANHA