Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê banga serhildanan kirin

Li kantona Girê Spî, bi hezaran ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiyan û teqez kirin ku ew amade bersiva êrîşên bidin.

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê banga serhildanan kirin
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê banga serhildanan kirin
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê banga serhildanan kirin
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê banga serhildanan kirin
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê banga serhildanan kirin
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê banga serhildanan kirin
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê banga serhildanan kirin
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê banga serhildanan kirin
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê banga serhildanan kirin
1 mijdar, 2018   17:39

GIRÊ SPÎ

Bi hezaran ciwanên Bakur û Rojhilatê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê li Çerxeriya Elem a bajarê Girê Spî li hev kom bûn.

Meş ji çerxeriya Elem a bajarê Girê Spî dest pê kir. Ciwanan alên ciwanan, pankartên bi nivîsên "Gelê Bakurê Sûriyê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser xaka Bakurê Sûriyê şermezar dikin" û "Li hemberî dagirkeriya Tirkiyê serî hildin" vekiribûn û dirûşmeyên şermerzarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê dihatin avêtin.

Meş li çerxeriya Şaredariyê rawestiya, bi sedan şêniyên kantonê tev li meşê bûn.

Li vir ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê daxuyaniyeke ji aliyê endama Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Seher Ehemed ve hate xwendin.

Seher êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê şermezar kir û anî ziman dewleta Tirk bi van êrîşên xwe destekê dide DAIŞ‘ê ku li Hecînê li hemberî berxwedana QSD‘ê têk diçe.

Seher her wiha teqez kir ku ciwanên Sûriyê bi berdêlên giran dê gelê herêmê biparêzin û li hemberî êrîşên derve bisekinin û wiha got: "Em bang li hemû ciwanên Sûriyê yên li vir û yên li derveyî welat û bang li civaka navdewletî dikin ku zêdegaviyên dewleta Tirk ên li ser xaka Bakurê Sûriyê û desteka wê ya bi komên çete re şermezar bikin. "

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan jî Hesen Îbarhîm axivî û teqez kir ku ew ê xeta şehîdan bişopînin û li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.

Ciwanan di dawiya çalakiyê de wêneyê Erdogan li qadê şewitandin.

ANHA