Şêniyên Girê Spî sersaxî ji malbata şehîd Zên Xelef re xwest

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî sersaxî ji malbata şehîd Zên Remedan El-Xelef re xwest ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Şêniyên Girê Spî sersaxî ji malbata şehîd Zên Xelef re xwest
Şêniyên Girê Spî sersaxî ji malbata şehîd Zên Xelef re xwest
Şêniyên Girê Spî sersaxî ji malbata şehîd Zên Xelef re xwest
Şêniyên Girê Spî sersaxî ji malbata şehîd Zên Xelef re xwest
Şêniyên Girê Spî sersaxî ji malbata şehîd Zên Xelef re xwest
1 mijdar, 2018   13:22

GIRÊ SPÎ

Şêniyan sersaxî ji malbata şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Zên Remedan El-Xelef re xwest ku di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de li ser deriyê sînorê bajarê Girê Spî di 30`ê Cotmehê de şehîd bûbû. Cenazeyê şehîd Zên Remedan şeva çûyî bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Girê Spî hatibû veşartin.

Merasîma sersaxiyê li gundê Ebadê yê girêdayî navçeya Silûk hate lidarxistin, merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Mihemed El-Casim bi navê Saziya Malbatên Şehîdan axivî û sersaxî û sebir ji malbata şehîdan re xwest.

Fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Cemal Girê Spî axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrîşên xwe dixwaze îradeya gelan bişikîne. Cemal Girê Spî soza rêya şehîdan da ku ew ê sînorê herêmê biparêzin û li hemberî êrîşên dagirkeran bisekinin.

Li aliyekî din jî endamê PYD`ê Xelîl Reşîd axivî û diyar kir ku ew nahêlin dewleta dagirker xaka wan dagir bikin û wiha got: "Em ê li hemberî wan bisekinin, axa ku bi xwîna şehîdan hate avdan, em bernadin."

(jo)

ANHA