Meclisa Jinan a Minbicê: Dewleta Tirk nikare îradeya me bişikîne

Meclisa Jinan li bajarê Minbicê û gundên wê Roja Kobanê ya Cîhanê ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re pîroz kir û bombebarankirina Tirkiyeyê ya herêmên Bakurê Sûriyeyê şermezar kir.

Meclisa Jinan a Minbicê: Dewleta Tirk nikare îradeya me bişikîne
1 mijdar, 2018   13:59

MINBIC

Meclisa Jinan a Minbicê û Gundewarên Wê îro daxuyaniyeke nivîskî da û tê de 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ya piştgiriya bi Kobanê pîroz kir û bombebarankirina Tirkiyeyê li ser gundên Kobanê û Girê Spî şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê Meclisa Jinan a Minbicê û Gundewarên Wê di salvegera 4`emîn Roja Kobanê ya Cîhanê de ya piştgiriya bi Kobanê re em bajarê berxwedanê Kobanê pîroz dikin, ev berxwedana mezin hemû bendên terorîstan şikandin û bû destpêka şikandina wan. Ew jî bi saya keç û xortên wê pêk hat ku destanên lehengiyê nivîsandin, ji bo ku gelê xwe bi azadî bijî canê xwe feda kirin. Ev serkeftin ji kela berxwedanê Kobanê dest pê kir, heta Minbic, Tebqa û Reqa û niha jî li Dêrazorê dewam dike.

Di salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê de, em dibînin ku teror careke din rûyê xwe yê din derxist û tiştê ku winda kir bi bombebarankirina gundên Kobanê û Girê Spî de vegerîne û zexta li ser DAIŞ`ê li Dêrazorê pêk tê, kêm bike.

Em wek Meclisa Jinan li bajarê Minbicê û gundên wê van êrîşan bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku êrîşên dewleta dagiker îradeya me naşikîne, wê jinên Minbicê bi jinên Sûriyeyê re bi yekdestî bisekinin û em ê rêya şehîdên xwe bernedin.

Bijî berxwedana gelan, bijî yekbûna xaka Sûriyeyê."

(jo)

ANHA