Zewaca xizimtiyê du bira astengdar kirin

Beşar û Xidir qurbanên zewaca xizman in. Her duyan di mejiyên xwe de astengdar in. Piştî mirina dayîk û bavê wan, xwişka wan Eweş û jina birayê wan ê mezin wan xwedî dikin. Eweş bang li rêxistinên mirovan kir ku alîkariya wan bikin.

Zewaca xizimtiyê du bira astengdar kirin
Zewaca xizimtiyê du bira astengdar kirin
Zewaca xizimtiyê du bira astengdar kirin
Zewaca xizimtiyê du bira astengdar kirin
30 cotmeh, 2018   11:01

HEMÎD EL-ELÎ/REQA

Di gelek rewşên zewaca xizman de, zarokên astengdar çêdibin. Li gundê Xatûniyê ku 6 km rojavayê bajarê Reqayê dikeve ev rewş heye. Xidir û Beşar di mejiya xwe de astengdar in.

Piştî mirina dayîk û bavê wan, niha xwişka wan Eweş û jin birayê wan ê mezin ku beriya vê bi çend salan miriye, xwedî dikin.

Beşar 32 salî ye û Xidir 26 salî ye. Ji ber rewşa madî ya dijwar malbatê nikarî wan derman bike.

Awaya mirina her du dayîk û bavê wan ji çîroka astengdariya wan ne hêsantir e. Bav di encama qezeyekê de mir. Piştre dayîka wan di encama kirîza dil de mehek dirêjkirî ma û paşê mir.

Ji ber rewşa wan a awart e. Jin birayê wan ji wan re odayek veqetand. Her duyan di hundirê odayê de girê dide da ku li hev nexin û hev du birîn nekin. Ji ber ku carekê dema ku li hev xistin, birayekî wan ku bi heman nexweşiyê ketibû bi navê Hîşam mir.

Eweş bi hevkariya jin birayê xwe di nav zeviyan de dixebitin ji bo qûta xwe û her du birayên xwe peyda bikin.

Roja her du ciwanan bi guhertina cilên ku gemar kirine destpê dike. Piştre Eweş bi nan û çay zikê wan têr dike û hinekî li kolanê dihêle û paşê dibe odayê û dîsa girê dide. Ji ber ku ji bilî vê rêyê ji bo ku hev du neêşînin tune ye.

Eweş bang li rêxistinan kir ku alîkariya wan bikin da ku karibe her du birayên xwe derman bike.

(şx)

ANHA