MSD: Êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên bi ewle şerê li dijî DAIŞ‘ê asteng dike

MSD‘ê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên bi ewle yên Bakurê Sûriyê şeremzar kir û anî ziman ku nêzîkatiyên ji aliyê Tirkiyê ve şerê li dijî DAIŞ‘ê asteng dike û fersendeke nû dide çeteyan ku ji nû ve ava bibe.

MSD: Êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên bi ewle şerê li dijî DAIŞ‘ê asteng dike
29 cotmeh, 2018   18:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk li ser êrîşên duh ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên rojavayê bajarê Kobanê daxuyanî da.

Daxuyaniya MSD‘ê wiha ye:

"Artêşa Tirk roja 27‘ê Cotmeha 2018‘an bê sedem êrîşî du gundên rojavayê bajarê Kobanê yên li ser sînor kirin. Êrîşên artêşa Tirk ên li ser herêmên bi ewle yên Bakurê Sûriyê di demekê de ku Tirkiyê li ser mijara Idlibê rastî zextan tên, hate kirin. Ev yek di lûtkeya çar alî ya Stenbolê de diyar bû. Her wiha ev êrîş di demkê de ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk çeteyên DAIŞ‘ê li bargeha wan a dawî li gundewarên Dêrazorê têk dibe pêk hatî. Tirkiyê bi vê yekê desteka xwe ya bi terora DAIŞ‘ê eşkere dike.

Polîtîkeyên derxistina tevlihviyê û kûrkirina aloziyê ya ku Tirkiyê li Sûriyê pêk tîne, êş û azaran bi serê gelê Sûriyê  anîne. Li aliyekî din jî Tirkiyiê di 7 salên aloziyê de ji şerê li dijî arêtşa rêjîmê direve û bi hemû rêbazan desteka dida cîhadîstên DAIŞ û Cebhet El-Nusra, her wiha sînorê xwe ji wan re vekir da ku berjewendiyên xwe pêk bîne û projeya demokartîk têk bibe.

Em teqez dikin ku di 7 salên aloziya Sûriyê de me rêz li hemberî taybetmendiyên civaka Sûriyê girt û me hêviyên gelê Sûriyê yê pêkanîna guhertinê bi cih anî. Her wiha em li pey lîstok û siyastên hêzên herêmî û yê derve neketin û me dest li dewletên cîranê werneda, di êrîşên hovane yên Tirkiyê li ser Efrînê me xeta berxwedanê û parastinê herêmê hilbijart.

Em wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser gundên bi ewle yên Bakurê Sûriyê şermezar dikin û bang li Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê dikin ku destwerdanan bike û bi berpirsyartî li hemberî kiryarên Tirkiyê tevbigerin. Em dibêjin ku, nêzîkatiyên ji aliyê Tirkiyê ve şerê li hemberî DAIŞ‘ê asteng dike û fersendê dide çeteyan ku li Sûriyê belav bibe. Her wiha em bang li hikûmeta Sûrî ya Şamê dikin ku li hemberî êrîşên Tirkiyê bê deng nemîn û li dijî van binpêkirinên Tirkiyê yên li Sûriyê tedbîrên qanûnên ên li ser asta navdewletî bigirin."

ANHA