Li Tûnisê êrîşeke xwekujî pêk hat

Li navenda paytexta Tûnisê teqînek mezin çêbû, herî kêm 9 kes birîndar bûn.

Li Tûnisê êrîşeke xwekujî pêk hat
29 cotmeh, 2018   14:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Şahidên bûyerê û polîsekê ragihand ku jinekê bombeyên li xwe pêçandî teqandiye. Gelek polîs û ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Qenalê televîzyona neteweyî jî ragihand ku li cadeya Habîb Bûrgîba jinekê bombeyên li xwe pêçandî teqandiye.

Wezîrê Karê Navxweyî diyar kir ku di êrîşa nêzî wesayîta polîsan de 9 kes birîndar bûne.