Piştî mirina 3 zarokan, li Xezayê xemgînî serwer e

Piştî ku Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku wan cenazeyên 3 zarokan rakirin, li kolanên Xezayê xemgîniyek serwer e.

Piştî mirina 3 zarokan, li Xezayê xemgînî serwer e
29 cotmeh, 2018   13:12

XEZA

Balafirên Îsraîlê şeva derbasbûyî Xeza bombebaran kir, di encamê de 3 zarokên ku li ser sînor sekinîbûn, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî ku Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihandiye, zarokên ku bûn qurbaniyên bombebaranê, navên wan wiha ne: Xalid Besam Mehmûd Ebo Seîd (14), Ebdilhemîd Mihemed Ebdilezîz (13) û Mihemed Ibrahîm Ebdillah El-Setrî (13).

Artêşa Îsraîlê nehişt ku ambulans bigihîjin wan û ew gulebaran kirin. Berdevkê Wezareta Tendustiyê ya Filistînê Eşref El-Qidre diyar kir ku piştre cenazeyên zarokan rakirin, lê cenazeyên wan hemû parçe bûbûn.

Artêşa Îsraîlê gotibû ku wan êrîşî komeke ku mayin datanîn ser sînor kiriye, lê malbatên zarokan ev daxuyanî red kir û wiha got: "Çawa zarok dikarin karekî leşkerî bikin, ev hincet wekî hincetên din derew in."

Îro malbatên zarokan cenazeyên zarokên xwe oxir kirin. Gel Filistînê li hemberî qetilkirina zarokan bi hêrs e. 

(jo)

ANHA