Nexşên zarokan serpêhatiya Efrînê vedibêjin

Zarokên Efrînê ku li ser tabloyeke bi dirêjahiya 200 metre hest û wêneyên xwe nexş dikin, destdirêjiya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê vedibêjin.

Nexşên zarokan serpêhatiya Efrînê vedibêjin
Nexşên zarokan serpêhatiya Efrînê vedibêjin
Nexşên zarokan serpêhatiya Efrînê vedibêjin
Nexşên zarokan serpêhatiya Efrînê vedibêjin
Nexşên zarokan serpêhatiya Efrînê vedibêjin
Nexşên zarokan serpêhatiya Efrînê vedibêjin
Nexşên zarokan serpêhatiya Efrînê vedibêjin
Nexşên zarokan serpêhatiya Efrînê vedibêjin
29 cotmeh, 2018   12:44

ŞEHBA

Piştî ku çalakiya nexşandina tabloyeke bi dirêjahiya 200 metre di Kampa Serdem a kantona Şehbayê de bi sponseriya ajansa Romaf a nûçeyan û şêwekaran, îro heman çalakî li dibistaneke navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hate lidarxistin.

Armanc ji vê çalakiyê ew e ku 400 zarokên Efrînê ku neçarî koçberiyê hatine kirin, hestên xwe li ser tabloyeke bi dirêjahiya 200 metre nexşe bikin.

Zarok li navçeya Ehdas jî tişta ku li Efrînê rû daye û destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê nexş dikin.

Çalakî sibê li navçeya Fafînê dê were lidarxistin.

ANHA