‘Heta cîhan ji bêdengiya xwe derdikeve em ê tekoşîna xwe bidomînin’

Jinên ku beşdarî xwepêşanda li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê bûne, ji raya giştî ya cîhanê xwest ku berpirsyariya xwe li hemberî kiryarên dewleta Tirkiyeyê û çeteyên wê li dijî Efrînê pêk bînin.

‘Heta cîhan ji bêdengiya xwe derdikeve em ê tekoşîna xwe bidomînin’
29 cotmeh, 2018   12:41

SILAVA EBDULREHMAN / QAMIŞLO

Bertekên çalakiyên civakî li herêmên Bakurê Sûriyeyê li dijî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê zêde dibin. Duh Weqfa Jina Azad li bajarê Qamişlo xwepêşandanek li dijî kiryarên dewleta Tirk pêk anî. Der barê mijarê de jinan  ji ajansa me re axivîn.

Dayîka bi navê Xanim Ibrahîm ji hemû gelê Kurd xwest ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk bisekinin û wiha dewam kir: "Em ne wekî berê ne, çavên me kiryarên rêjîma Erdogan dibînin, gelê Kurd êdî zilmê qebûl nake." Dayika Xanim wiha dewam kir:"Em ê li ber xwe bidin û parastina ax û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatin standin, bikin. Efrîn a gelê Efrînê ye û wê ji Erdogan û çeteyên wî rizgar bibe. Em ê tekoşîna xwe bidomînin heta ku cîhan ji bêdengiya xwe derdikeve."

Jina ciwan Şêrîn Ibrahîm kiryarên dewleta Tirk û bêdengiya cîhanê şermezar kir û wiha got: "Dewletên cîhanê çavên xwe li hemberî kiryarên Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd girtine, dewletên ku bêdeng in, dibin şirîkên dijminatiya li ser Efrîn û gelê wê."

Şêrîn bang li rêxistinên mirovî û raya giştî ya navdewletî kir ku berpirsyariya xwe li hemberî bûyerên li Sûriyeyê pêk bînin.

Şêrîn Ibrahîm axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Êrîşên Tirkiyeyê li ser Efrîn û gundên wê şermezar dikin, fikr, hêz û îradeya me li hemberî van êrîşan yek e. Em careke din dubare dikin ku yekitiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û beşdarbûna wan di hemû çalakiyan de, dê bibe bingeha piştgiriya hêzên me ku dewleta Tirk û DAIŞ ji xaka Sûriyeyê derxe."

(jo)

ANHA