Pêşangeha Gerok a Pirtûkan li Serêkaniyê ye

Pêşangeha Gerok a Pirtûkan li Serêkaniyê deriyê xwe vekir. Dê pêşangeha pirtûkan 3 rojan berdewam bike.

Pêşangeha Gerok a Pirtûkan li Serêkaniyê ye
Pêşangeha Gerok a Pirtûkan li Serêkaniyê ye
Pêşangeha Gerok a Pirtûkan li Serêkaniyê ye
Pêşangeha Gerok a Pirtûkan li Serêkaniyê ye
29 cotmeh, 2018   11:17

HESEKÊ

Li Serêkaniyê îro di saet di 10.00’an de Pêşangeha Gerok a Pirtûkan hat vekirin. Pêşangeh li Kafeteryaya Mîtan a li gel Çerxerêya Gûzê ya Serêkaniyê hat lidarxistin. Dê pêşangeh 3 rojan ji saet 10.00’an heta 17.00’an berdewam bike.

Endamê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Aram Alî diyar kir ku wan dixwest bigihin hemû gund û bajaran û wiha got: “Lê niha derfetên me têra hin bajaran dikin. Lê em ê vê kampanyayê di demên pêş de berdewam bikin. Niha jî em li Serêkaniyê ne û dê 3 rojan ev pêşangeh berdewam bike.”

Aram da zanîn ku armanca wan bi vekirina pêşangehê ew e ku gel fêrî çanda xwendinê bibe û wiha axivî: “Em li qadeke azad in, nivîskar pêwîstiya wan bi belavkirina fikrên xwe hene û pêwîstiya gel jî bi fikrên nû heye. Armanca me jî ji bo gel derfet avakirin e.”

Aram di dawiya gotinên xwe de wiha bang li gelê Serêkaniyê kir: “Em hêvîdar in ku gelê Serêkaniyê serdana me bike û pirtûkan bibîne. Li pêşangehê pirtûkên kurdî, erebî û tirkî hene û nêzî 4 hezar pirtûk di pêşangehê de hatine amadekirin. Em li benda gelê xwe ne.”

20’ê Tîrmehê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê li Qamişlo Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li dar xistibû. Piştî wê rewşenbîr û pirtûkhezan pêşniyar kir ku pêşangeheke gerok ku bikaribe pirtûkan bigihîne hemû bajarên herêma Cizîrê, organîze bikin.

Li ser vê xwestekê jî Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê bi tevlêbûna Yekitiya Nivîskarên Kurd – Sûriyeyê, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Komeleya Çandê ya Suryaniyan, Komîteya Nivîskarên Kurdistana Sûrî, Weşanxaneya Şilêrê, Dar-El Tekwîn, Akademiya Civaka Demokratîk, Navenda Şopdarên Rojê, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê, HRRK, Navenda Ragihandinê ya Rojhilata Navîn û Pirtûkxaneya Bindarûkê pêşangeha gerok li dar xist. Pêşangeh cara yekem 23’yê Îlonê li Dêrikê 3 rojan hat lidarxistin. Niha li Serêkaniyê, piştî wê dê li Hesekê û herî dawî jî dê li Amûdê were lidarxisitin. Di pêşangehê de pirtûkên bi kurdî, erebî û ttirkî yên li ser şoreşa Rojava, dîroka Kurdistanê, helbest, roman, çîrok, ferheng, siyaset, şoreşa tevgera azadiyê ya gelê Kurd û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih digirin.

(ekîb/kc)

ANHA