Li Komseriya Hilbijartinan a Kabulê êrîşa xwekujî

Li paytexta Afganistanê Kabulê êrîşkarekî li navenda Komseriya Serbixwe ya Hilbijartinan xwe teqand, di encamê de herî kêm 6 kes birîndar bûn.

Li Komseriya Hilbijartinan a Kabulê êrîşa xwekujî
29 cotmeh, 2018   11:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro êrîşkarekî li nêzî erebeyeke ku derbasî navenda Komseriya Serbixwe ya Hilbijartinan li Kabulê dibû, xwe teqand û herî kêm 6 kes birîndar bûn.

Berdevkê Polîsên Kabulê Besîr Micahid ji AFP’ê re wiha got: "Teqîn 20 metre nêzî erebeyên karmendên Komseriya Serbixwe ya Hilbijartinan pêk hat."

Di teqînê de 6 kes di nav de 4 kes karmendên komseriyê û 2 polîs, birîndar bûn.

Di demeke ku sindoqên dengan ên hilbijartinên 20`ê Cotmehê dihatin komkirin de ev êrîş pêk hat.

(jo)