'Em warê xwe bernadin û em ê berxwedana xwe bidomînin'

Welatiyên gundên Kobanê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve duh hatine topbarankirin, piştrast kir ku dê berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê bidomînin û tu carî dest ji gund û warên xwe bernadin.

'Em warê xwe bernadin û em ê berxwedana xwe bidomînin'
'Em warê xwe bernadin û em ê berxwedana xwe bidomînin'
'Em warê xwe bernadin û em ê berxwedana xwe bidomînin'
'Em warê xwe bernadin û em ê berxwedana xwe bidomînin'
'Em warê xwe bernadin û em ê berxwedana xwe bidomînin'
'Em warê xwe bernadin û em ê berxwedana xwe bidomînin'
29 cotmeh, 2018   10:59

KOBANÊ

Gundên Seftek, Zormixar, Çarqelî, Aşmê û Xerab Eto yên rojavayê Kobanê ku nêzî devera sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ne, duh ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve rastî topbaranê hatin û di encamê de ziyanên madî bi mal û milkên sivîlan bûn.

Welatiyê ji gundê Xerab Eto yê bi navê Mihemed Elî diyar kir ku duh dema ku wî pezê xwe diçêrand artêşa Tirk gund rasterast topbaran kir. Mihemed Elî got ku topeke ku ji tankeke Tirkan ve hatibû avêtin neteqiya û eger teqiyaba bêguman gelek welatiyên sivîl dê bibûna qurban û ziyan tenê madî bûn.

Mihemed Elî da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide careke din çeteyên DAIŞ'ê vejîne û ber bi Kobanê ve bişîne û wiha domand: "Tirkiye dixwaze me ji vir koçber bike. Em tu carî warê xwe bernadin. Em ê berxwedana xwe li dijî êrîşkar û dijminan bidomînin."

Welatiyê ji heman gundî yê bi navê Adil Cozan cihê ketina topa tanka Tirkan li pêşiya maleke welatiyan nîşan dide û wiha dibêje: "Ev encama êrîşa dewleta Tirk e. Ew îdia dike ku baregehên leşkerî topbaran dike, lê va ye topa wan li pêşiya malên sivîlan ketine. Tirkiye eşkere welatiyên sivîl armanc dike û dixwaze welatiyan koçber bike. Bila dagirker bizanibin ku em tu carî dest ji gund û warên xwe bernadin."

Civaka navneteweyî bê deng e

Ji ber van destdirêjiyên berdewam ên artêşa Tirk a dagirker li dijî gundên nêzî sînor jiyana gelek welatiyan di metirsiyê de ye û rastî hêrs û nerazîbûneke berfireh li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat. Lê dîsa jî civaka navneteweyî li hemberî van destdirêjiyên Tirkiyeyê bê deng maye.

Welatiyekî gundê Xerab Eto Mihemed Welîd behsa helwesta navneteweyî der barê van destdirêjiyên artêşa Tirk li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê de kir û wiha got: "Çapemenî bi şev û roj behsa kuştina rojnamegerê Siûdiyê Cemal Xaşiqçî kir. Lê mixabin hovîtiya leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê li dijî bi sed hezaran welatiyên Efrînê paşguh dikin."

Mihemed Welîd helwesta serokên Fransa û Almanyayê şermezar kir û wiha got: "Em behsa Rûsyayê nakin, ji ber ku ew ji nirxên exlaqî dûr ketiye. Ew îdia dikin ku parastina mirovahiyê dikin. Ka bila werin vir û hovîtiya Tirkiyeyê bi çavên xwe bibînin. Em daxwazmendên wekheviyê ne, ji ber vê yekê dewleta Tirk êrîşî me dike û civaka navneteweyî jî bê deng dimîne. Divê cîhan li hemberî hovîtiya Erdogan xwedî helwest be û rastiya li ser erdê baş nas bike."

Piştî êrîşa artêşa Tirk a dagirker niha li herêmê bêdengî serwer e. Lê dîsa jî ji ber van destdirêjiyên Tirkiyeyê jiyana welatiyan li gundên nêzî sînor metirsîdar e.

ANHA